Talabanî: Enfal yek ji êrîşên herî hovane bû

Lîderê YNK'ê Bafil Talabanî di salvegera 37'an a Komkujiya Enfalê de daxuyanî da û diyar kir ku Enfal yek ji êrîşên herî hovane bû ku ji aliyê rejîma Iraqê ya berê ve ji bo tinekirina gelê Kurd hate kirin.

Lîderê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî bi wesîleya salvegera 37'an a Komkujiya Enfalê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Em îro bi xemgînî 37 saliya karesata Enfalê bi bîr tînin ku yek ji niyeta herî hovane û xirab ya rejîma berê ya Iraqê bû ji bo tunekirina gelê Kurd. Daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal dikin ku erkên xwe yên beramberî kesûkarên Enfalkiriyan bi cih bînin û di her warî de wan qerebû bikin. Ji ber ku erkê her kesî ye ku guh bide daxwazên wan ên rewa û bi cih bîne.

Em wek Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), ji bo kesûkarên serbilind ên Enfalkiriyan, jiyaneke xweştir ji wan re peyda dikin çi ji destê me bê emê bikin û em soz didin ku em bibin zarokên dilsoz ji wan re. Ji ber ku êşa wan êşa me ye.

Xebatên me yên lêgerîna cenazeyên şehîdan û vegerandina wan ji bo warên wan berdewamin. Da ku birînên kûr ên malbatên serbilind ên qurbaniyên Enfalê bên dermankirin.

Bi boneya bi êş, em tekezî li ser yekrêzî û yekdengiya hemû aliyan ji bo rûbirûbûna pirsgirêka û bidest xistina armancên xwe dikin ku ya sereke xizmetkirina welatiyên hêja yên Kurdistanê ye.

Silav li ser giyanê hemû şehîd û enfalkiriyên Kurdistanê û silav li malbatên wan ên serbilind."