Ji rojên dawî yên meha Mijdarê û pê ve li Rojhilata Navîn careke din bûyerên gelekî girîng qewimîn. Li Sûriyeyê çeteyên dewleta Tirk di serî de Idlib bajarên Heleb û Hemayê dagir kirin û êdî Şam kirin hedefa xwe. Her wiha êrîşên li ser Şehbayê, êrîşên li ser herêmên Rêveberiya Xweser ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket pêşiya şerê Ûkrayna-Rûsyayê û êrîşên li ser Xeze û Lubnanê, bi vî rengî bû rojeva sereke.
Ne diyar e ku ev pêvajo wê ber bi ku ve bike, lê belê tê zanîn, hîmên bingehîn ên êrîşên dawî yên li Sûriyeyê beriya salekê hatibû danîn. Erdogan di nava salê de gelek caran bang li Beşar Esad kir û weke ku ricayê jê bike daxwaza hevdîtinê kir. Çete jî di heman demê de li Tirkiyeyê ji bo vê planê dixebitîn, amadekarî dikirin. Baş e, Erdogan çima daxwaza hevdîtinê li Beşar Esad kir?
Ya rast, Erdogan bi rêya vê polîtîkayê dixwest bi zexta giran Esad bikişîne ser rêya xwe. Li gel ku zanîbû Beşar Esad hevdîtinê wê qebûl neke yan jî nikaribe qebûl bike jî bang dikir. Eger Beşar Esad ev hevdîtin qebûl bikira wê piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan û hewldanên parçekirina yekparebûna xaka Sûriyeyê bi rengekî fermî qebûl bikira. Dewleta Tirk zanîbû ku Beşar Esad wê vê daxwazê qebûl neke. Baş e li gel vê yekê Erdogan çima timî daxwaza hevdîtinê kir?
Daxuyaniyên Erdogan, Hakan Fîdan û hin rayedarên Tirk ên piştî bûyerên 27’ê Mijdarê dan, her tiştî eşkere dike: “Eger Beşar Esad daxwaza hevdîtinê qebûl bikira wê bi vî rengî nebûya.” Baş e, li gel ku daxwaza hevdîtinê dikirin çima amadekariyên dagirkirina Sûriyeyê hatin kirin? Tirkiye bi banga li Beşar dikir re hewl da nîşan bide ku ew alîgirê çareseriyê ye. Hewl didin dagirkeriyê jî bi redkirina vê daxwazê îzah bikin. Divê ev mijar bê fêhmkirin ji ber ku çete xwedî amadekarî û bi plan bûn; ev êrîş zû yan jî dereng wê bihatina kirin. Lê belê di halê hazir de ji bo dagirkeriyê hincetek pêwîst bû; ew jî bi redkirina vê daxwazê ve girê da û li qada navneteweyî rewatî afirandin. Bêguman kes nikare îdîa bike ku ev dagirkerî bêyî agahiya DYE û hêzên Rojavayî her wiha bêyî koordîneya Îsraîlê nehate kirin. Fransa xwe weke xwediyê xwezayî yê Sûriyeyê dibîne; lê belê Macron di vê demê de xwe li bêdengiyê danî. Emerîka jî tenê lê temaşe dike. Îsraîl jî bi lez û bez êrîşî Lubnanê û hin nuqteyên leşkerî yên li Sûriyeyê dike.
Ji van jî girîngtir Erdogan û Bahçelî heman taktîkê li hemberî Tevgera Kurd bi kar tîne û ji payîzê û vir ve heman taktîkê di dewreyê de dihêle. Bahçelî di daxuyaniyên xwe de bi rengekî eşkere bang li Rêber Apo kir. Got, “Eger PKK’ê ji hev belav bike wê karibe sûdê ji mafê hêviyê werbigire”. Li ser vê bangê gelek axaftin hate kirin û hate ragihandin ku ji çareseriyê wêdetir tasfiye tê ferzkirin.
Ji xwe êrîşên qirkirinê yên li Şehba, Til Rifet û li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate destpêkirin, her wiha bombardûmana giran a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşan dide ku ev bang ji bo çi ye. Ji Rêber Apo re tê gotin, “Eger tu dest ji têkoşîna azadiyê berde tu yê karibe sûdê ji mafên şexsî werbigire, naxwaze tiştên bi serê rejîma Sûriyeyê de hat wê bi serê Kurdan de jî bê”. Li dijî vê komploya qirêj gel û rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê Kurd û dostên wan eger bi xurtî xwedî li şoreşê derkevin û biparêzin, wê ne tenê vê planê têk bibin, her wiha wê plana tasfiyekirinê ya li ser Rêber Apo tê ferzkirin jî têk bibin. Û wê demê wê li herêmê pêvajoyeke gelekî cuda destpê bike.