TAJÊ'yê êrîşa dewleta Tirk şermezar kir

TAJÊ'yê derbarê êrîşa Tirk a li ser Wargeha Şehîd Rûstem- Mexmûrê daxuyaniyek da û êrîşa Tirk, ku di encamê de 3 jin şehîd bûbûn şermezar kir.

Duh berêvarkî artêşa Tirk a dagirker bi SÎHA'yan êrîşek bire ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî- Mexmûrê û di encama êrîşa terorîstî ya Tirk de 3 jinên li wargehê şehîd bûbûn.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdî (TAJÊ) derbarê êrîşa terorîstî ya dewleta Tirk daxuyaniyek da.

TAJÊ'yê di daxuyaniyê de got, ''Dewleta Tirkiyê bi hevkariya PDK'ê li ser Wargeha Ş.Rûstem Cûdî ambargoyek domdar daniye. Ji aliyekê ve ambargo ji aliyê din ve jî balafirên asmanî li ser wargehê difirîne, ji ber ku ev demek dirêj e dewleta Tirkiyê dixwaze îradeya gelê wargehê bişkîne. Bo wê jî êrişên hewayî li ser Mexmûr û Şengal didomîne. Em Tevgera Jinên Ezidî diyar dikin, divê demildest hesab ji wan kesan were xwestin, ku hevkariyê bi dagirkeriya dewleta Tirk re dikin. Ji ber ku yê ku herî zêde li ser wargehê zext dike PDK ye. Dewleta faşist ji bo ku gelê Mexmûrê qir bike bi her awayî êrişan xwe yên hovane dibe ser wargehê. Ev jî tê wê wateyê ku dewleta Tirkiyê û hevalbendên xwe ketine nava tengasiyeke mezin.''

TAJÊ'yê bi berdewamî êrîşa terorîstîya Tirk a li ser wargehê şermezar kir, bang li raya giştî kir ku xwedî li wargeha Mexmûrê derkevin.

TAJÊ'yê diyar kir gelê Mexmûrê wê serê xwe li ber dagirkeriya Tirk netewîne û gelê Mexmûrê heta dawiyê wê li ber xwe bide.