TAJÊ: Ji ber şewbê neçar man ku komxebata xwe paş bixin

TAJÊ ya li gel jinên Iraqî bi hev re di salvegera qetlîama Êzidiyan de xwestin ku komxebatek bikin, ragihand ku ji ber şewba vîrûsa koronayê komxebata xwe taloqî dîrokek nediyar kirine.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ser mijarê daxuyaniyek da û ev got: “Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî ev demeke ku bi kelecaneki mezin xebaten komxebata Jinên Iraqe dihatin meşandin. Ji bo pêşîgirtina Fermanan û Iraqekî demokratîk xebatên wiha bingehînin. Bi vê zanebûnê me dest bi xebatên xwe kir. Ruxme hemû zahmetiyan encamên ku me destgirtin gihîştibûn astekî giring.

Ji bo me xebat bi hemû jinên pêşeng, şexsiyetên siyasetmedar, û azadixwaz yên Iraqî meşandin giringe. Di salvegera fermanê de me xwest wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî bi pêkhateyên Iraqî komxebatek di bin dirûşma ‘ Tekoşîn û Yekîtiya Jinan pêşîlêgirtina Fermana ne ‘  lidar bixin. Lê mixabin ji ber rewşa COVİD-19 em neçar man ku vê komxebatê ji bo wextekî ne diyar bidin taloqkirin.”