TAJÊ: Heta agahiyê ji Rêber Apo bistînin em ê nesekinin

TAJÊ destnîşan kir ku civaka Êzidî bi taybetî jî jinên Êzidî bi ti awayî tecrîd û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin û heta agahiyê jê bigirin wê nesekinin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) li Şengalê têkildarî îddîayên derbarê jiyan û tendûristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniya çapemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Delîla Axîn ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de jinên Êzîdî gelek posterên Rêber Ocalan hildan.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya TAJÊ de hate gotin, dewleta Tirk kengê tengav dibe û têk diçe, zextên xwe yên li ser Rêberê Gelê Kurd zêde dike û ev tişt hate gotin; "Ev 22 salin Rêber Apo di zîndana Îmraliyê de tê tecrîd kirin, ev tecrîd her roj girantir dibe. Ev demeke qet agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Dewleta Tirk a faşîst her tengav dibe û têk diçe, tecrîdê girantir dike."

TAJÊ da zanîn bi tecrîdkirina Rêber Apo dixwazin gelê Kurd fêrî jiyaneke bê Rêber Ocalan bikin û wiha dirêjî bi daxuyaniyê hate dayîn; "Em weke civaka Êzîdî û bi taybet jî weke jinên Êzîdî Rêber Apo weke hebûna xwe dibînin. Niha civaka Êzîdî bi fikrên Rêber Apo bi pêşengiya jinên Êzîdî xwe rêxistin dike û dibe xwedî îrade."

TAJÊ ragihand ku ew weke jinên Êzîdî û civaka Êzîdî tecrîda li ser Rêber Ocalan qebûl nakin û wiha dirêjî bi daxuyaniyê hate dayîn; "Civaka Ezîdî bi tu awayî tecrîda li ser Rêber APO qebûl nake û wê xwedî li Rêberê xwe derkeve."

Delîla Axîn a daxuyaniya TAJÊ xwend di dewamê de diyar kir agahî negirtine ji rewşa Rêber Ocalan wan xistiye nava fikareke mezin û wiha pêde çû; "Ev rewşa heyî me dixe nava fikaran. Ji ber vê divê herkes ji bo Rêber Apo rabe ser piyan.  Azadiya Rêber Ocalan azadiya gerdûn, cîhan û hemû civakê ye. Bi taybet em weke civaka Ēzîdî weke azadiya xwe dibînin. Piştî fermanê fikrê Rêber Apo me rakir ser piyan, ji saya fikrên Rêber Apo de em îro ji bo xweseriyê têdikoşîn, xwe ji êrîşan diparêzin."

Tevgera Jinên Êzîdî diyar kir divê hevdîtin di demeke herî zûde bi Rêber Ocalan re were çêkirin û ev bangawazî kir; "Em daxwaz dikin di zûtirîn dem de agahî ji Rêber Apo û hevalên li gel wî were girtin. Li ser banga KCDK-E em jî weke Tevgera Azadiya Jinên Ezîdî têkoşîn û berxwedana bilind bikin heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were. Em bang li raya giştî jî dikin ku ji bo Rêber Ocalan bikevin tevgerê."