TAJÊ: Em tevlî berxwedana serdemê ya li Efrînê bibin

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) diyar kir ku, hêzên dagirker gelên din li herêma Efrînê  bi cih dikin û dixwazin demografiya herêmê biguherînin. TAJÊ bang kir ku divê ew xwedî li berxwedana Efrînê derkevin û têkoşînê geş bikin. 

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) têkildarî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê, guherandina demografiya herêmê û berxwedana li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya TAJÊ de ev tişt hatin diyarkirin:

"Di sedsala 21’emîn de hemû gelên Rojhilata Navîn ên ku hebûn û çanda xwe diparêzin, bûne hedefa desthilatdariya heyî. Li hemberî Êzidiyên ku yek ji gelên qedîm ên Mezopotamyayê ne, ji aliyê hêzên desthilatdar her dem polîtîkayên qirkirinê tên meşandin. Êrîşên li ser civaka Êzidiyan ne bi tenê êrîşên fîzîkî ne, li dijî çand, cihên dîrokî, bawerî, fikr û giyanê wê jî êrîş tên kirin. Di demên dawîn de hêzên barbar ji bo ku serweriyê li ser Rojhilata Navîn ava bikin û siyasetên xwe yên qirêj pêk bînîn, li ser navê Îslamiyetê êrîşî civaka Êzidî kirine û mînaka vî tiştî ya herî şênber jî li Şengalê hatiye kirin. Ev polîtîkayên qirkirinê yên wekî li ser Şengalê, tê xwestin ku li Efrînê jî were kirin. Li Efrînê berê her cî û warên Êzidiyan bûne hedef, cihên dîrokî û pîroz ên civaka Êzidî ji aliyê faşîstan ve hatine hilweşandin û xwestine bîra dîrokî tune bikin. 22 gundên civaka Êzidiyan hatine valakirin û gelê Tirkmen û Ereb ên ne ji wê derê tên bicihkirin û tê xwestin ku demografiya herêmê were guhertin. Li hemberî van êrîşan beşeke civaka Êzidiyan ji gundên xwe derneketine. Dewleta Tirkiyeyê û çeteyên wê, çawa ku li Şengalê kirin, jinên Êzidî revandin, firotin, civaka Êzidî bi zorê xistin mizgeftan û zextê li wan dikin ku ji ser ola xwe vegerin.

Ev êrîş li dijî çand, bawerî, ruh û fikrê Êzidiyan e ku timî bûne hedefa êrîşên bi vî rengî. Di nava civaka Êzidî de jî bi taybetî êrîş li jinên Êzidî tê kirin. Ji ber ku jin çandê diparêze.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) em dibêjin, çawa ku em xwedî li Şengalê xwedî li civaka Êzidî derket, ji bo ewlekariya civaka Êzidî ya li Efrînê jî em bibin yek. Em têkoşîna hevpar a li dijî dewleta serdest faşîst geş bikin. Bi navê jinên ji bo azadiyê têdikoşin, em êrîşên li dijî jinên Êzidî bişikînin û xwedî li jinên Êzidî derkevin. Em tevlî berxwedana serdemê ya li Efrînê bibin, têkoşînê geş bikin û bi ser bixînin."