TAJÊ: Em biryara DYA’yê şermezar dikin

TAJÊ, biryara DYA’yê ya di derbarê pêşengên Tevgera azadiya Kurdistanê şermezar kir û bang kir. TAJÊ, bang li civaka Êzidî kir ku li dijî vê biryarê dengê xwe bilind bikin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî biryara Amerîka ya ji bo girtina sê pêşeng û şoreşgerên Tevgera Azadiya Kurdistanê Cemîl Bayik, Mûrad Karayilan û Dûran Kalkan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TAJÊ'yê biryar şermezar kir û got; "Tevgera PKK'ê tevgereke ku ji bo hebûna hemû gelan bûye çavkaniya jiyana azad. Heman demê bûye tirsa hêzên tarî yên ku jiyan li jinan û hemû mirovahiye tarî kiriye. Em van daxuyaniyan şermezar dikin.

PKK roja ku derketiye heta îro li dijberî hêzên ku li dijî mirovahiyê ne, têkoşiyaye. PKK ji bo hemû gelên heremê û jinan bûye vejîneke nû. Ji ber ku bûye vejînek nû jî, bûye sedem ku bingehê hêzên dijminê mirovahiyê bê hejandin. PKK bûye wesîleya ku çavên gelan li hemberî hêzên mêtîngeh vebe, xwe bawer bikin û li hemberî pêkanînên wan ên ku ji bo hebûna xwe berdewam bikin, xwe li ser piyan bihêlin jî bûye çavkaniya hêza tekoşînê."

'TI HÊZ NIKARE PKK'Ê JI GEL QUT BIKE'

TAJÊ'yê biryara Amerîka ya li dijî pêşengên PKK'ê jî wiha dinirxîne; "Tevgera PKK'ê tevgereke ku ji bo hemû hebûna gelan bûye çavkaniya jiyana azad, heman demê de bûye tirsa hêzên tarî yên ku jiyan li jina û hemû mirovahiye kiriye tarî. Em van daxuyaniyan şermezar dikin û ev tê wateya êrişbirina ser hemû mirovahî û jinan. Em baş dizanin ku kî li hemberî civaka çi lîstoka dike çi plana li dar dixe. Ev jî plana qirêj ya herî dawiyê ye. Çawa ku me li hemberî hemû planên neyarên gelan li ber xwe da, em ê li hemberî van planan jî derbikevin. Ti hêz nikare felsefa Rêber Apo ji PKK'ê qut bike, PKK'ê jî ji gelan qut bike. Bi sekna jina û gelan wê ev êriş û planana têk biçe."

BANGA JI BO CIVAKA ÊZIDÎ

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bang li hemû civak û kesên demokrat kir ên ku dibêjin ew her dem li ser esasê berjewendiyên gelan têdikoşin û got;"Êdî dem dema wan e ku erkên xwe pêk bînin û li hember van planên qirêj derbikevin. Dîsa em taybetî bang li civaka xwe ya Ezidî dikin ku li ku derê dibin, bila bibin li hember van êrîşan bêdeng nemînin. "