TAJÊ Egîd Civyan bi bîr anî

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) diyar kir ku fermandar Egîd Civyan di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an tevî komek hevalên xwe ji çiyayên azad berê xwe da Şengalê û rê li komkujiya li ser civaka Êzidî girt.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê şehadeta yek ji fermandarê HPG’ê Egîd Civyan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya TAJÊ de ev tişt hate diyarkirin:

“Rûpelên dîrokê bi berxwedaniya Egîdan dixemile, di dîroke berxwedana gelan de timî kesayetên milîtan, leheng û berxwedêr ji civaka xwe re bûne pêşeng û civak ji man û nemanê rizgar kirine. Mînakê vê yekê jî fermandar û lehengê hemdem fermandar Egîd Civyan e. Heval Egîd bi salan li çiyayên azad yên Kurdistanê tekoşîna azadiyê da meşandin. Bi fermandartî, berxwedanî û Egîdiya xwe cihê xwe di dilê hevrê û civaka xwe de girt. Ji bo xizmet kirina gelê xwe li deşt, çiya, gund û bajaran bi fermandartiya xwe di çeperên herî pêş de şerê rizgar meşand.

Egîdê Şengalê, fermandar Egîd Civyan di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de tevî komek hevalên xwe ji çiyayên azad berê xwe da Şengalê û rê li ber komkujiya li ser civaka Êzidî girt. Di wan demên zor û zehmet de ku pêimergeyên PDKê direviyan, hikumeta Iraqê bêdeng bû û Şengal bêparastin mabû. Heval Egîd û hevalên xwe xwediyê Şengalê bûn, Şengal parastin. Bi hatina hêzên gerîla di bin fermandartiya heval Egîd Civyan de, bi hezaran gelê Êzidî ji fermanê hat rizgarkirin. fermandar Egîd sê salên tijî berxwedan li xaka pîroz Şengal derbas kirin. Di parastine çiyayê Şengalê, rizgarkirine gund û bajarê Şengalê de fermandar Egîd xwedî rolek giring bû. Heya ku Fermandar Egîd erkê xwe yê wijdanî û exlaqî li Şengalê de bi cîh nanî, Şengal terk nekir. Keç û xortên Êzidî ku li ber destê Fermandar Egîd hatin perwerde kirin û hêza xwe YBŞ- YJŞ ava kirin îro Şengalê ji hemû êrîşan diparêzin.Weke civaka Êzidî bi taybet jinên Êzidî em ê tu carî keda fermandar Egîd Civyan ji bîr nekin.

Bi vê rewşa heyî ve girêdayî ku komplo li ser Şengalê te meşandin, hikumeta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê bi tifaqên xwe dixwazin Şengal vegerînin weke berî fermanê û cardin bixin bin hakimeyeta xwe. Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ dibêjin ku, Şengal warê lehengê wek Mam Zekî, Berxwedan, Bêrîvan, Zerdeşt û Egîdan e, ne ya îxanetkaran e.

Em Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî em di serî de sersaxî ji bo malbate, gelê Kurd û milletê Êzîdî dixwazin. Têkoşîna me xwedîderketina li têkoşîna Heval Egîd, hevalên ku xwîna xwe ji bo azadiya Şengalê rijandine û ji bo şehîdên Şengalê ye.”