TAJÊ: Divê Kujerê Axînê demildest bê cezakirin

TAJÊ, bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku kujerê Axîna 6 salî demildest ceza bike.

Serê meha Tebaxê, li Kampa Çemişko ya li navçeya Zaxoyê, Faroq Mîrza yê ji koçberên Şengalê û keça xwe ya bi navê Axîn a 6 salî, ji aliyê kesekî ji Dihokê ve hatin qetilkirin. Piştî kujer hat girtin, Rêveberiya Polîsên Dihokê bi daxuyaniyekê diyar kir ku kujer dest dirêjê Axîna 6 salî kiriye bi pişt re ew qetil kiriye.

Nerazîbûnên civaka Êzidî û rêxistinên jinan ên li dijî kuştina Axînê û bavê wê, her ku diçe zêde dibin. Di vê çarçoveyê de îro Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniykê qetikirina Axînê şermezar kir û banga cezakirina kujerê Axînê û bavê wê li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir. 

Daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Wetha Reşo ve hate dayîn. Di serê daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Axînê re hate xwesetin û wiha hat gotin: “Em wek gelê Şengalê, 74 caran fermana me hatiye rakirin, gelê me yê li kampên Başûrê Kurdistanê, ji ber dûrketina ji axa xwe zilm li wan tê kirin.

Dest dirêj kirina Axîna 6 salî ji kirinên DAÎŞ’ê ne cuda ye. Em wek dayikên Şengalê heta dawiyê em ê li dijî van kirinan têbikoşin û divê kujer demildest bê cezakirin.’’ 

Di dewama daxuyaniyê de bang li gelê Êzidî yê li kampên Başûrê Kuridistanê hat kirin ku vegerin warê xwe û bi van gotinan daxuyanî bi dawî bû: “Ev ne cara ewil e ku dest dirêjê keçikeke 6 salî tê kirin, bi sedan car destdirêjiyên wiha hatine kirin. Divê êdî gelê me, xwe ji vê zilmê xilas bike û berê xwe bide Şengalê û vê xiyanetê li xwe qebûl neke û vegere mala xwe.“