TAJÊ berxwedana gerîla silav kir

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) berxwedana gerîla ya li Zapê, Metîna û Avaşînê li dijî dagirkeriyê dimeşîne, silav kir. TAJÊ ragihand ku êrişên li ser Şengal, Qamişlo û qadên gerîla ji hev cuda nîne.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li bajarokê Xanesorê bi beşdariya endamên TAJÊ û Dayikên Şehîdan ên Şengalê daxuyaniyek da.

Pakîza Celal daxuyanî da, berxwedana gerîla silav kir û got, "Bi navê Dayikên Êzidî em êrişên li ser Rojava, Şengalê û qadên gerîla şermezar dikin. Şengal û Rojava ji ber ku li ber xwe didin dibin hedefa her cûre êrişan. Dagirker bi taybetî êrişî wan deveran dikin ku xelk xwe bi fikrê Rêber Apo birêxistin dike. Hewl didin ku pêşî li belavbûna fikrê Rêber Apo bigirin û nehêlin ku bigihêje nava civakê."

Di daxuyaniyê de işaret bi pêşketina civaka Êzidî ya bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin, "Ji bilî Xwedê û Rêbertî pêwîstiya me bi tiştekî nîne. Bi navê dayikên Şengalî yên kezeba wan şewitiye, em naxwazin dilê dayikekê bişewite. Em her êrişa li ser çiyayên azad tê kirin weke êrişa li dijî xwe dibînin, ji ber ku yên em ji fermanê rizgar kirin ew bûn. Em ên ku niha li Zap, Metîna û Avaşînê li ber xwe didin weke zarokên xwe dibînin û berxwedana wan silav dikin.

Em êrişên li ser Rojava jî weke êrişên li dijî Şengalê dibînin, ji ber ku di fermana 3'ê Tebaxê de dayikên Rojava zarokên me ji birinê rizgar kirin.

Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku pêşî li van êrişan û gefa bigire. Herî dawî cezayê darvekirinê yê li 4 ciwanên me hate birîn nîşan dide ku ti cudahî di navbera hikumeta Iraqê û dewleta Tirk nîne. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî van nêzîkatiyan li her derê rabin ser piyan."