Tahîr Elçî berî du salan li lênivîska bîranînê ya Roboskî nivîsandibû

Tahîr Elçî, ku li navçeya Sûr a Amedê hate kuştin, du sal beriya bê kuştin nîşeyek li lênivîska bîranînê ya Roboskî danî bû û biryardariya xwe ya ji bo têkoşîna edaletê bibîr xistibû.

Dilê wî ji her alî ve bûbû bîrdariya windayan. Di vê oxirê de heta dawiya emrê xwe têkoşiya. Ew ne tenê ji bo zindiyan, ji her her tiştekî bîranîna xwe heye têdikoşiya. Ev gotin, bêguman ji bo Tahîr Elçî ne. Di şeva 27'ê Mijdarê de Mînareya Çar Ling bang li Tahîr Elçî dikir û jê re digot, 'Li lingên min dan, tu çima nayê?' Vê bangê gelekî bandor li wî kiribû, dema ji malê derket ji xwe re gotibû, 'Çi dibe bila bibe ez ê li wê derê daxuyaniyê bidim'. Û welê jî bû, di 28'ê Mijdarê de daxuyanî da. Û li ber lingên mînareyê dest bi rêwîtiya bêdawî kir.

Salek di ser re derbas bû. Dozên wî dişopand, hê jî dewam dikin. Li her cihên komkujî lê hatine kirin, mirov dikarin şopa wî bibînin. Yek ji cihên ku şopa wî lê heye, gundê Roboskî ye. Tahîr Elçî di 10'ê Kanûna 2013'an Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de, ji bo bîranîna 34 kesên mîna wî hatin kuştin, berê xwe da Roboskî. Peyvên ku wî li lênivîska bîranînê ya li gundê Roboskî nivîsand, wî tîne bîra her kesên vê lênivîskê dixwînin.

Du sal beriya bê kuştin, ev tişt li lênivîskî nivîsî bû: "Bi wesîleya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê em bi we re ne. Em we bi rêzdarî bibîr tînin. Ji bo kujerên we bên darizandin û cezakirin, em ê di têkoşîna edaletê de bi xizmên we re bin. Tahîr Elçî / Serokê Baroya Amedê."