TŞYG çalakiya li Trabzonê girt ser xwe: 4 leşker hatin kuştin
Fermandariya Hevpar a TŞYG, çalakiya li dijî leşkerên artêşa Tirk a li navçeya Çatak a Trabzonê hate lidarxistin girt ser xwe, diyar kir ku 4 leşker di vê çalakiyê de hatine kuştin.
Fermandariya Hevpar a TŞYG, çalakiya li dijî leşkerên artêşa Tirk a li navçeya Çatak a Trabzonê hate lidarxistin girt ser xwe, diyar kir ku 4 leşker di vê çalakiyê de hatine kuştin.
Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûya Gelan (TŞYG) a daxuyaniyek nivîskî da wiha got: “16’ê Gulanê yekîneyekî me li nêzî Manastira Sumelan a li navçeya Maçka ya Trabzonê li dijî tîmekî ku xebatên kemînan ên artêşa Tirk bi rêve dibirin çalakiyek lidar xistine."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di encama çalakiya di navberekî kurd ku bi awayekî pir xurt hate lêxistin de, 4 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bûye."
Fermandariyê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî da: "Leşkerên din ên di nava tîmê de jî cih digiritin ji herêmê reviyane. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi wesayîtên sivîl û zirxî kuştiyên xwe ji herêmê rakirine û li herêmê dest bi operasyonekê kirine. Operasyon hê jî didome.
Ev çalakiya ku hate lidarxistin; ji bo bîranîna hevrêyên me yên li Dersimê şehîd bibû û Şehîd Ûlaş Baryarktaroglû hatiye lidarxistin."