STO yên li Amedê: Tavilê dawî li vê bêhiqûqiyê bînin

ÎHD, TÎHV,Odeya Tabîban û baro yên li Amedê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî dan û gotin: “Civak hatiye wê rewşê ku nikarin nefesê bistînin. Em vê qebûl nakin.”

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amed, Baroya Amed, Nûnertiya Wexfa Mafê Mirovan a Tirkiye (TÎHV) a Amed û Odeya Tabîban a Amed têkildarî operayonên qirkirina siyasî ku navenda wê Amed e, daxuyaniyek nivîskî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotiin ji 64 kesên derbarê wan biryara girtinê hatiye dayîn 42 kes hatine destgîrkirin. Hate gotin ku di nava yên hatine destgîrkirin de ji Dayikên Aştiyê Makbûle Ozbek a 70 salî heye û pirsgirêkên giran ên tenduritî jî heye, dîsa parêzer, siyasetmedarên Kurd endam û rêveberên KESK, TMMOB, Komeleya Jinê ya Rosa li gel endamên şaredarî û hevşaredar jî hatine destgîrkirin.

‘CIVAK KETIY REWŞEKÎ WELÊ NIKARE NEFESÊ BIGIRE’

Di dewma daxuyaniyê de ev hate gotin: “Ji ber pêkanînên antî demokratîk civak ketiye rewşeke welê nikare nefestê bistîne. Mafên bingehîn ên mirovan tên binpêkiirin, saziyên darazê li şûna pêşiya binpêkirinan biigire, mixabin bûne domadarên vê rewşê. Li nava kolanan, di dema destgîrkiriinê de êşkence û nêzîkatiyên xirab tên kirin, xebatên saziyên civaka sivîl her roj tên sînordarkirin. Sûcên li dijî jin û zarokan her diçe zêdetir dibe. Em parêzvanên mafê mirovan vê yekê qebûl nakin. Tavilê dawî li van pêkanînên der hiqûqî bûnin.”