Sosin: Divê hunermend bi hunera xwe rastiya dewleta Tirk raxe ber çavan

Hunermend Sosin diyar kir ku peywira her hunermendan e ku bi hunera xwe tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk, bi gelan bide hesandin û got: “Xwedîderketina li Rêbertî, xwedîderketina li xwe ye.”

Bi avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û heta roja îro gelek destketiyên hunera Kurdî hatine parastin û gelek pêşketin di hunera Kurdî de çêbû. Hunermend jî yên ku li ser vê rêya parastina hunerê dimeşin, cudahiya xwe ji hunermendên din nîşan dide. Ango hunermendên li ser vê dimeşin, hunera rast û heqîqetê nîşanî hemû cîhanê didin.

Hunermend Sosin, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk û helwesta hunermendan a li hemberî wan divê çawa be û erkên dikeve ser milê wan çi ne, ji ANF’ê re axivî.

‘BI AVABÛNA PKK’Ê RE ÇAND Û HUNERA KURDÎ TÊ PARASTIN’

Hunermend Sosin diyar kir ku gelê Kurd di dîroka mirovahiyê de, xwedî çandek pir dewlemend e û wiha got: “Bi sedsalan xwe bi çanda xwe parastiye. Dijminên Kurdan jî bi armanca tunekirin û bişaftina çandê, êrîşî gelê Kurd dikin. Lê belê bi avabûna PKK’ê re çanda Kurd hatiye parastin. Li Kurdistanê û ji derveyî welat jî gelek sazî û komên çandê ava bûn. Rêbertî bi armanca ku Kurd xwe bi çanda xwe, li hemû cîhanê bide naskirin, gelek girîngî da hunera Kurdî û eger bi saya vê yekê nebûya, wê hunera Kurdî lewaz biba. Li her herêmek Kurdistanê, tarzek cuda yê hunerê heye û piranî jî di aliyê stranan de. Lê destanên weke Cegerxwîn, Feqiyê Teyran û Meryem Xan ên hatin nivîsîn jî, yanî hunera ku xwedî dîroka sedsalan, ji aliyê PKK’ê ve tê parastin. Bi PKK’ê re hunera Kurdî di aliyê siyasî de jî pir pêş ket. Rêbertî dibêje ku eger qirkirina çandî hebe, gelê Kurd jî wê gelek zoriyan bikêşîne.”

‘BI KOMBÛNA ŞÊNIYÊN MEXMÛRÊ YA LI MIHRÎCANÊ, ÇANDA QIRKIRINÊ DIHAT PROTESTOKIRIN’

Sosin destnîşan kir ku Mihrîcana Çand û Hunerê ya 24-25’ê Cotmehê ku di şexsê Şehîd Bêrîtan de tê pîrozkirin, ne tenê li ser esasê stran, şano û govendê ye, di esasê xwe de parastina kevneşopî û çandê ye û wiha pêde çû: “Bi rêya mihrîcanê ev çand tê pêşkêşkirin. Em di aliyê huner û çanda xwe de deyndarê şehîdên weke Mizgîn, Çiya, Sefqan, Sarya, Viyan Peyman û hemû şehîdên din in ku pêşengî ji gelê Kurd re kirine. Mihrîcana ku li Mexmûrê hatî pîrozkirin pir bi wate bû. Ji ber ku ne tenê bi xebatên di mihrîcanê de, bi kombûna şêniyan a li cihê mihrîcanê jî çanda qirkirinê dihat protestokirin. Di heman demê de bi armanca parastina çanda xwe jî, berê xwe didan qada mihrîcanê. Divê wek hunermend em hîn zêdetir xwedî li çanda xwe ya dewlemend derbikevin û di aliyê parastina wê de, em xwe berpirsyar bibînin. Divê her hunermend bi zanebûna parastina çanda xwe, tevlî mihrîcanê bibin.”

‘PEYWIRA HUNERMENDÊN KURD, PÊŞENGÎ Û ŞOREŞGERÎ YE’

Sosin qala cudahiya di navbera hunermenên Kurd û hunermendên din kir û wiha bilêv kir: “Hunermendên Kurd bi armancekê dest bi hunerê dikin û cudahiya wan ji hunermendên ku di nava kapîtalîzmê de jî ev e ku, ew nasnameyek e. Ew nasname jî pêşengiya gelê Kurd dike û bi wê pêşengiyê jî hunera xwe diparêzin. Hunermendên ji rêzê, di aliyê berjewendiyên takekesî de hunerê dikin. Lê belê ev yek ji bo hunermendên Kurd, rewşeke berevajî ye. Ya rast em dikarin bibêjin ku peywira hunermendên Kurd, pêşengtî û şoreşgerî ye. Ango peywira wê/wî parastina felsefeya îdeolojiya Kurd e. Eger hunermenên Kurd bi vê zanebûnê tevnegerin, ji xwe nabe aîdî gelê Kurd. Ji ber ku Kurdan di dîrokê de êşên pir giran kişandine û hunermendên Kurd divê bi êşên gelê xwe rabe. Bi kurtasî hunermendên ji rêzê ji bo takekesiya xwe dike, hunermendên Kurd jî ji bo parastina çanda xwe, têdikoşe.”

‘AZADKIRINA RÊBERTÎ, ERKÊ HER HUNERHEZ Û HUNERMENDAN E’

Hunermend Sosin da zanîn ku armanca wan a herî mezin, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ev tişt gotin: “Jixwe tê zanîn Rêbertî di aliyê fikrî de ji hemû kesan azadtir e. Di heman demê de xwedî felsefeyekê ye ku niha bûye ayîdê hemû Rojhilata Navîn û derveyî welat. Ev çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî tên kirin, dema ku ew bi awayek fîzîkî azad bibe, wê çaxê wê têrker bên dîtin. Xwedîderketina li Rêbertî, xwedîderketina li xwe ye. Di vê çarçoveyê de azadkirina Rêbertî, erkê her hunerhez û hunermendan e. Lewma xebatên tên kirin divê hîn zêdetir bibin. Serkeftina gelê Kurd bi azadiya Rêbertî ye. Çareseriya sedsala 21’an di fikrê Rêbertî de heye, lewma divê mirov bi xwendina parêznameyên Rêbertî, li ser esasê fikrên wî tevbigere.”

‘DIVÊ HER HUNERMENDEK VAN ÊRÎŞÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ, BI CÎHANÊ BIDE HESANDIN’

Sosin anî ziman ku divê hunermendên xwedî wijdan, bi hunera xwe xwedî li zarokên Kurd ên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin, derbikeve û wiha got: “Ev bi şanoyek, helbestek, nivîsek hunerî, stranên xwe û her wiha bi gelek cûrên hunerê vê yekê bi gelan bidin agahdarkirin. Yanî divê hunermend bi hunera xwe, van êrîşên bi çekên kîmyewî şermezar bikin, da ku ev rojev neyê jibîrkirin. Yê muzîkvan divê di awazên xwe van êrîşên bi kîmyewî bihûne, yê şanoger divê di lîstina xwe de vê yekê bide nîşandan, yên wênesaz divê bi wêneya xwe vê yekê xêz bike û wisan bila ev rastiya dewleta Tirk li ber çavê hemû cîhanê be. Ji bo her hunermendekî peywirek mezin e ku 17 hevalên bi çekên kîmyewî şehîd bûne, bi cîhanê bidin hesandin, da ku cîhan jî li gorî vê yekê bertekên xwe raber bike.”

‘DIVÊ XELKÊ ME YÊ BAKUR TEVLÎ MIHRÎCANÊN DEWLETÊ NEBIN’

Hunermend Sosin îşaret bi polîtîkayên bişaftinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çanda gelê Kurd, kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê bi navê çanda Kurdî mihrîcanan çêdike û Kurdan tevlî dikin. Banga min ji bo hunermendan ew e ku tevlî van mihrîcanên wiha nebin û kesên tevlî dibin jî şermezar bikin. Hunermend divê xwedî li gel derbikeve da ku tevlî mihrîcanên ku dewleta Tirk bi navê çanda Kurdî çêdike, nebin. Her wiha piranî xelkê me yê Bakur bi axaftina zimanê Tirkî, tên bişaftin. Em ne dijberê axaftina zimanan e, lê divê mirov destpêkê zimanê xwe bizane û ji bîr neke, da ku neyê bişaftin. Jixwe yek ji armancên rejîma Tirk bi van mihrîcanan ew e ku vê bişaftinê bixe nava gel. Ango dixwaze ku xwe weke xwedî li çanda me derdikeve dide nîşandan û bike ayîdê xwe. Her wiha ez bang li gelê dikim ku tevlî van mihrîcanên rejîma Tirk jî nebin.”