'Sonda herî mezin li gel Yarsanan bi keziya dayikê ye'

Gerîlaya Hewraman Aryen Argeş: ''Di heman demê de yê ku civakê bi rêve dibin dîsa dayik in, ango zilam nabin pîr. Ji ber vê sedemê sonda herî mezin li gel Yarsanan bi keziya dayikê ye. Bêguman ev sond jî bi hêsanî nayê xwarin’’

Gerîlaya Hewraman ya bi navê Aryen Argêş ku bi eslê xwe ji herêma Hewraman e. Hewraman dikeve navberê bajarên Merîwan û Sinê û bi ola Yarsanî tê naskirin. Gerîlaya Hewraman Aryen Argeş li ser ol, çand, nêzîkatiyên civakî ya ola Yarsanî axivî û got, ''Yar tê wateya heval û San tê wateyê pêşeng ango hevala pêşeng. Wek tê zanîn Yarsanî û Elewî û Êzîdî Mîtra wek xwedavenda xwe dibînin ango baweriya wan Mîtraîzm e. Di Yarsanî de tiştên herî pîroz yek jê mar e û bi taybet marên reş û spî. Dibêjin mar xwe li derdorî porê dayika Mîtra dialîne ji bo neyê jêkirin, ya din masî ye li gel me xwarina masî qedexe ye ji ber ku dema Mîtra dikeve avê ji bo xwe ji êrîşeke biparêze masî xwe li derdorê Mîtra kom dikin. Tiştê pîroz ya din tav e, ji ber her derê ronî dike û bi xêre. Dîsa di Yarsanî de agir pîroz e, ji ber germahiyê belav dike û tefandina wê qedexe ye. Heyv jî ji ber şeva ronî dike pîroz e, dîsa av xwedî pîrozahiyekî ye ji ber paqijî û zelaliyê çêdike û herî dawî jî por e, ji ber porê Mîtra dirêj bû. Di Mîtra de hinar bi kêrê nayê jêkirin bi destan jêdikin. Di alî pêşengtiya civakê de piştî dayika Mîtra kizil paşa û Sanshak vê rolê dilîzin. Şêwazeke ku ibadet pê tê kirin jî her kes kom dibin û bi ahengekî mezin li sazê didin.’’

'DAYIK, PÎR Û PÊŞENGÊN ME NE'

‘’Di çanda Yarsanî de ya zewacê keçên xwe nadin derva lê keçan jî ji derva qebûl dikin, ji bo ku ev keç jî bibe Yarsan 8 mar li derdora wê dansê dikin û pîr li ser wê dua dixwîne, hejmara 8 jî bêdawîbûnê ifade dike yanî wê heya dawî bi Yarsan be. Li gel vê mêrên ji derva nikarin bibin Yarsan. Her wekî din di çanda Yarsan de herî zêde malbat dikare 4 zarokan bîne ji bo têkiliya jin û mêr xwedî denge bê û hejmara mirovan dema zêde xirabî pêşdikeve ango têkiliyê jin û mêr xwedî pîvanek e. Dema zarok dibe 7 salî wan ferî şixulandina çekê dikin ji bo ku xwe li hemberî êrîşan biparêzin. Di çanda me de jî jin û mêr li ser hespan bi hevra dans û şer dikin. Di ola Yarsanî de bihuşt û dojeh nîne lê dema mirov ji dayik dibe digrîn û dibêjin hatiye cîhaneke xirab û dema mirov dimre şahî dikin û dibêjin ji vê cîhana xirab çû. Heger mirov baş be piştî ku bimre ew dîsa weke çîçekekê an jî darekî wê zindî bibe lê heger xirab be wê dîsa wek mirov zindî bibe. Di civaka me da rolê dayikê sereke ye. Dayik jiyanê tevahî bi rêve dibe, ev çanda ji Mîtraîzmê tê, dayika Mîtra ji bo me sembola herî bilind di ola Yarsanî da ye, ji ber vê yekê dayik jî xwedî rolekî bi vî awayî ne. Di heman demê de yê ku civakê bi rêve dibin dîsa dayik in, ango zilam nabin pîr. Ji ber vê sedemê sonda herî mezin li gel Yarsanan bi keziya dayikê ye. Bêguman ev sond jî bi hêsanî nayê xwarin’’

'PARASTINEKE PIRHÊLÎ'

‘’Rejîma Îranê ola Yarsanî wek oleke kafiran dibîne û di nav sîstemê de qedexe dike, nahêle biçin dibistanan lê bêguman di nav sîstema Yarsanan de, sîstema parastina rewa ya piralî heye, ji ber ew bi xwe perwerdeya xwe dibînin. Piştî ku mirov dighêje 10 saliya xwe parastina civaka xwe dike, li kêlek vê herêma me xwe ji dewletê qut kiriye û tiştekî ji dewletê nakire, lê belê û di serî bi riya çandiniyê ew hemû pêdiviyên xwe bi cih tînin û amûrên jiyanê bi xwe diafrînin. Mînak li gel Hewraman pêlav têne çêkirin navê wî kilaş e ew ji çerm û hiriyê bizinê çêdibe, dîsa cilê mêran navê wê çoxoranîk e ev cilekî qedîm û bi heybet e. Lê li gel jinan hemû cil bi şêweyekî ku dişibe tavê çêdikin ev jî pîrozahiya tavê diyar dike. Bê guman niha di rêjîma Îranê de tecawiz, por jêkirin û kuştina Yarsanan rewa ye lê ew zû bi zû nikarin têkevin herêmên Yarsanan’’

'BI ÊŞKENCEYÊ ŞEHÎD KIRIN'

Hê di zaroktiyê de min tevgera azadiya Kurdistanê nas kir. Jixwe herêma me ji tevgerê ne dûr bû. Bêguman weke her zarokekî Kurdan di gavên despêkê de min seresere nas dikir, lê piştî ku birayê min di sala 2014’an tevlî refên HPG'ê bû ez pir kelecanî bûm û min xwest ku ez bêhtir fêm bikim. Piştî demekê birayê min ji min ra pirtuka, ''Divê Mirov Çawa Bijî'' ya Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan şand û pir bandor li ser min kir. Birayê min ji bo min mînak bû û me gelek ji hev hez dikir, kesayetekî pir sakin bû û sekna wî li hemberî jinê bi rastî bal dikişand.

Hevalên jin her digotin hevaltiya wî bi jinê re mînak e. Li kêlek vê apekî min hebû, di rejîma Îranê de fermandarek bû. Ew ji civaka me qut bibû. Êrîş bir ser mala me û malbata min de anîn, wê demê pora min jî jêkirin. Ji ber birayê min di encama kemînekê de, ku apê min amadekiribû şehîd ket, wê demê apê min gazî bavê min kir û dema em çûn birayê min şehîd neketibû lê di encama êşkenceyê de, ku lê kiribûn, şehîd ket. Ev bûyerên ku çêbûn bi min re hêrseke mezin çêkir û min xwest ez tola birayê xwe û malbata xwe bi tevlîbûna nav refên gerîlayan hilgirim’’

'PARTIYA RÊBERTÎ, ŞEHÎDAN Û JINÊ YE'

‘’Rastiya PKK'ê û rêbertiya me yekane rastî ye, ku dikare li hemberî her cure zext û desthilatdariya raweste û jêra sînorekî deyne. Ji bo vê yekê min xwest ez xwe di nav vê rastiyê de bihelînim û pê re bibim yek. Niha çîroka birayê min bi rastî zor e lê li Kurdistanê çîrokên bi vî awayî gelek in û her zarokekî Kurdan hema hema vê rewşê dijî. Ji bo vê yekê divê tekoşîneke bêhempa were meşandin. Dibe ku her kes ji jiyana van çiyayan bitirse û hesaban bike, ev rewşeke normal e lê piştî mirov tê van çiyayan û di nav komeke gerîlayan de dijî, her kêliyeke ku tu jê dereng mayî ji bi te re dibe hesretek. Di PKK’ê de hevalên ji hemû olan û netewan hene. Dema ez nû hatim van çiyayan min hinekî din alîyê ziman de zehmetî kişand ji ber ku kesek ji zimanê min fêm nekir, lê piştî ku em fêrî hevdû bûn êdî min zimanê wan fêm dikir wan jî zimanê min fêm dikirin. Ji aliyekî dî ve ew rastiya ku ez di civaka xwe da jiyam, ji alî pêşengtiya jinê de min dît ku ew bûye felsefe û artêşeke ku nayê şikandin, ji ber vê min zehmetî di fêrbûna vê sîstemê ne didît ji ber ez ne xerîbê vê bûm. Yanî bi esasî PKK partiyekî Rêbertî, şehîdan û jinê ye’’