Siyasetmedarên Kurd ên girtî bi komî hatin sirgûnkirin

9 siyasetmedarên Kurd ên ku meha Mijdarê li Bedlîsê hatibûn girtin bi komî hatin sirgûnkirin. 

Siyasetmedarên Kurd  ên ku meha Mijdarê li Bedlîsê hatibûn girtin  û girtîgeha Bedlîsê dihatin girtin bi komî hatin sirgûnkirin. Hevseroka bajarê Bedlîsê ya HDP’ê Nazîme Arvas şandin girtîgeha Gebzeyê ya Stenbolê, Alîkarê Hevserokê Bajêr yê HDP’ê Abdullah Ok şandin girtîgeha Orduyê, Hevşaredarê navçeya Matkiyê Ozcan Bîrlîk, Hevşaredarê Guroymakê M.Emîn Ozkan û Hevşaredarê Yolalanê Felemez Aydin şandin girtîgeha Rîzeyê, Hevşaredarê Ovakişlayê Ahmet Demîr şandin girtîgeha Oltu ya Erzoromê, Hevşaredarê Bedlîsê Huseyîn Olan û Hevşaredarê navçeya Xîzanê Îhsan Ugur şandin girtîgehen Ovakişla û Elazîzê, Hevşaredara Bedlîsê Selvîn Karakoç jî şandin girtîgeha Sîncan ya Enqereyê.  

Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Bedlîsê ev kiryara antî demokratîk şermezar kir.