Siyasetmedarê Kurd Alinak hate girtin

Siyasetmedarê Kurd û nivîskar Mahmût Alinak hate girtin.

Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Mahmût Alinak di 13’ê Sibatê de li Qersê di serdegirtina mala xwe de hatibû destgîrkirin. Kar û barê îfade dayîna li Miduriyeta Polîsan a Qersê bi dawî bû û îro birin Dadgeha Qersê.

Piştî îfadeyên Alinak li dadgehê hatin girtin bi angaşta “Endamê rêxistinê ye” hat girtin û ew şandin girtîgehê.

Hat zanîn ku pirtûka “Mehmet Tûnç û Bêkes”, lihevanîna malbatan û hestiyariya ji bo berhevkirina çopa li Amedê pêk anîbû kirine sedemê girtina Alinak.