Siyasetmedarê Fransî peyam ji bo Newroza Amedê şand

Siyasetmedarê Fransî Jean-Lûc Melenchon ku peyameke bi vîdeo ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê şand, got: “Hêviya min ew e ku van hilbijartinên wê bên ji bo gelê Tirkiyeyê pir bi xêr û bêr be.“

Namzedê serokkomariyê yê kevin ê Partiya Yên Ser Natewînin a Fransayê (LFI) Jean-Lûc Melenchon, peyameke vîdeoyî ji bo Newroza Amedê şand.

Melenchon got: “A va ye, sala nû ya Kurdan. Ez ji dil dixwazim ku sala we ya nû bi bextewarî be. Em Fransî, di şerê civakî û laîk de dilê me bi Kurdan ve ye.“

‘HEZA ME BI WE HEMÛYAN RE YE’

Melenchon anî ziman ku Serokê Giştî yê AKP’ê Serokkomar Tayyîp Erdogan zextan li Kurdan dike û bi domdarî ev tişt got: “Bi taybetî li dijî HDP’ê û hemû pêşengên berxwedana Kurdan e. Erdhej çêbû, gelek kesan jiyana xwe ji dest da, cih û war pir hilweşiyan. Heza me bi we hemûyan re ye. Bi salan e ku em û we bi hev re dixebitin. Hûn heval û hogirên me ne. Hêviya min ew e ku van hilbijartinên wê bên ji bo gelê Tirkiyeyê pir bi xêr û bêr be. Ango hêviya min ew e ku ev hilbijartin ji manevra û navgînên bi şik û guman bên xalîkirin. Çimkî birêz Erdogan her tim navgînên wiha li dijî demokrasiya Tirkiyeyê bi kar tîne.

TUNDIYA HÊZA PAŞVERÛ

Mafê Kurdan ê demokrasiyê heye. Serî derxistina bi demokrasiyê re, di xwezaya demokrasiyê de heye. Lê bi dengdayîn û niqaşan çareserkirina van hêsantir û birûmettir e.  Aqilanetir e ji tundiya ku Erdogan li dijî gelê Tirkiye û Kurdan, serî lê dide. Heval û hogirno, sala we ya nû pîroz be. Hêvîdar im ku ev sala nû ji xêra Tirkiyeyê û Kurdan re be.“