Siwariyên azadiyê li Heftanînê ne

Demhat ku ji Şengalê berê xwe da Helebê, ji wir jî çû çiyayên Kurdistanê, êdî li Heftanînê ye. Çîroka ku li qada şer dest pê kir, li qadeke din a cengê, li Heftanînê dewam dike.

Ya ku me dimeşîne çîrok in. Çîrokên ku em meraq dikin. Çîrokên ku carna me ber bi dûra ve dibe, carna jî ber bi nêzîk ve. Çîroka mirovan, çîroka me hemûyan. Di nava çîrokekê de her kes tiştekî ji xwe dibîne, di nava hemûyan de tiştek ji me heye. Tiştekî ku carna dike mirov lenetê lê bîne, tiştekî ku carna dike ku mirov şukir jê re bike. Çîrok aliyên veşartî yên jiyanê nîşanî mirovan dide. Gelek caran dike mirov bigirî, gelek caran dike ku mirov bikene, mirovan matmayî dihêle, dike ku sixêfan bike, dike ku mirov kêfxweş bibe.

Çîrok mîna rêyekê ye. Her ku mirov lê guhdarî dike, dixwîne, dibîne, dixwaz bimeşe, bi ser ve biçe û bikeve nava lêgerînên nû. Çîrok mîna pirtûkekê ye; her ku ew vedibêje, qalê dike, tu rûpelên dilê xwe diqelibîne. Çîrok mirovan dibe. Çîroka min lê guhdarî kir ji Şengalê dest pê kir, ber bi Helebê û çiyê ve çû û niha li Heftanînê ye. Ev çîrok çîrokeke bedew e.

GUHÊ XWE JI QÎRÎNA GEL RE NEGIRT

Çîrokeke ku bi şer afirî. Li qada şer çêbû, mezin bû. Li qada şer çîroka Demhat Efrîn e.

Demhat Efrîn, li Şengal a ku gelê qedîm hîn birînên xwe yên 72 fermanan nepêça bû, di sala 2001'ê de ji dayikeke Ereb ji dayik bû. Bi dilsoziya bi baweriya xwe mezin bû. Sal di ser re derbas bûn. Di rojeke giran de ku dû bi her derê ve ketibû, reşî ji ezmanan dibariya, ax bi xwînê dihate avdan, destên wî yên ciwan soz da ku wê xwe li ber kesî netewîne. Guhên xwe ji qîrîn û feryada gelê xwe negirt. Çavên xwe bi pêşmergeyên ku Şengal diterikandin, bi zarokên ku ji birçîbûna û tîbûna mirin, jinên ku dibûn hedefa destavêtinê, mêrên ku dihatin kuştin, ciwanên hatin revandin û çola ku ji xwînê şil bû, dagirtibû.

ÊDÎ LI MEYDANA CENGÊ YE

Û di ciwantiya xwe de 12 siwarî dît, ciwanên Ereb Demhat. Di demekê de ku her kesî hewl dida ji Şengalê derkeve, wan hemû dîwar hildiweşandin, gav bi bi gav diketin nava Şengalê. Bi fermana "Ey gerîla; dil û mejiyê xwe qewîn bike" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tolê ji zaliman hilînin, ji bo xakê radestî xwediyê wê bike, hatin.

Kî bibûya wê heman tişt bikira. Tenê bila hezkirina xakê pê re hebûya. Çawa ku koletî guh nade temen û mirovan difiroşe li qadan, azadî jî guh nade temen û dibe aşiqê mirovan. Demhat ê ciwan jî da pey siwariyan. Demhat bi zimanê siwariyan jî nizanîbû, lê li wan temaşe dikir û bi bandora wan da pey wan.

Ji Şengalê diçe Helebê, ji wir jî berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Demhat êdî 20 salî ye û li qada cengê ye. Çîroka wî ku li qadeke şer dest pê kir, li qadeke din a cengê li Heftanînê dewam dike. Niha li Heftanînê li kêleka gelan li dijî dagirkeran şer dike. Eşq û hezkirina wî ya ji bo Heftanînê ne bi qasî Kurdiya wî kêm e, lê bi qasî Erebiya wî zêde û bedew e. Ev yek dike ku ew şer bike û bijî. Ji ber ku ew pê zane, eger ne ji cangoriyên li qada cengê tevlî karwanê nemiran bûn nebûna, ne gelê wî ne jî gelên din nediman. Ji ber vê yekê siwariyê azadiyê Demhat Efrîn hespê xwe ji Şengalê ber bi Efrînê ve bezand.