Siwarê agir: Mihemed Aslan

Şewata me ne ev bû ku êzing bi agir re gur be, ya me iskînîya ji bo ronakbûna rojê ye ya ku bi henaseya xwe agir geş dikir.

Di rojên tarî de çend xem li mirov dibin bar, heta ku ji dûr ve ronahî xuya dibe. Çend wextan mirov bê henase dimîne, mirov çend caran dimire û dijî, çend caran mirin û jiyan li ba mirovan peyda dibe? Jiyan wisa tê û diçe û hemû giyaneweran dike şirîk.

Çend roj di tenêtiya şevên bê henase de, ha xeniqî ha herikî, çend nêzikî hevdu ne. Çend xal di çend şaneyên mirovan de gêr dibin. Ka rewşa wê ya di çîroka rojên tarî de çi ye. Her serpêhatiya xwe bi merxê dihûna, teşîrêz dizanin liva berxê li teşiyê narêse. Ji ber wê jî pêşiyan gotine, bêrxê nêr ji bo kêrê ye. Jiyan wisa bang li tariyê dike, ji wê derê çi derê, çirûska sibeha di nav rojê de. Yan jî rêsandina teşiya li dû tarîtirin rojên bê şewq.

Zindan, dîwar, hesin, zincîr, bend, qeyd, mifte, deng, bêdengî çend bê wefa ye carinan. Xewn çend bê wefa, xîret çend bê derman e ku ji bo birînên xwe dihelin. Vê çîroka ji bo ronak be da ku bêdengî bêhenaseyê nekuje! Ma rast e di hin serdeman de xwedayan agir ji mirovan dizîne û zincîr kirin! Va ye çîroka me ev bû, ya ku di nav agir de hatibû zincîrkirin. Şewata me ne ev bû ku êzing bi agir re gur be, ya me iskînîya ji bo ronakbûna rojê ye ya ku bi henaseya xwe agir geş dikir. Dema ku çiya di berbanga sibehê de li ber siya rojê gêr dibû. Mirovan ji hawirdorên xwe re agir dixemilandin da ku tarîtî negihêje rojê.

Berdewama henaseya agir bêdengî, xem e, kul e derd e elem e. Dîwar ne zindankirin e. Bend ne astenga li dest, lingan e.

Mihemed Aslan di şewqa agir de dirûşma jiyanê ranaweste, agir vemire, roj tarî nabe, her wê çirûsk geş bibin. Ez ez jî sar bibim! Wê çîroka dêwê hût a ku dapîra min ji min re goibû. Di şevên serhedê bang dikir, çend xwendin hene ku li welatê ku roj û agir nasyar e, çend zarok hene di paşila dayikan de bi agir in. Çend çîrok hene li ber windabûna bêxemê ne. Çend em hene li ber agirê Mihemed aslan bi agir in. Bîranîna te ey pakrewan siwarê agir, hest bi te kirin. Li çiyayên ku rêwangeha te… Çirûska te, iskîna te xwe bi giyan kemilandiye, li lafza ‘Îman il kamil’ ava ye li ber berbanga rojên ronak de. Di reşkahiya çavên zer û kenên devtijî de ji kesera te dibexşîne lûtkeyan.

Ji bo bîranîna şehîd Mihemed Aslan ê ku di sibata 2003’an de li Zindana Umraniya ya Stenbolê çalakiyeke fedaî li dar xistibû û di 6’ê Gulanê de şehîd ketibû.