Sînor li penaberan vekiriye, lê ji bo Kurdan cihê mirinê ye

Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê yê li Wanê, di nava 15 salên dawî de 125 ciwanên Kurd bi îdîaya ku bi rengekî ne qanûnî ji sînor derbas bûne hatin kuştin. Lê belê penaberên ji herêmên cuda yên cîhanê tên bi hêsanî derbas dibin.

Li Kurdistanê, li ser sînorê parçeyên di bin serweriya Îran û Tirkiyeyê de ne, her sal bi dehan Kurd bi îdîaya 'binpêkirina sînor' tên kuştin. Dîwarên hatine lêkirin, qereqolên hatine çêkirin li pêşiya 'penaberan' û bazirganiya narkotîkê ne asteng in.

Wezîrên AKP'yî beriya niha bi çend mehan gotibûn "Em li benda hatina 3 milyon penaberên ji Îranê ne". Piştî van daxuyaniyan hejmara penaberên hatin zêde bû. Penaber ji aliyê komeleya bi navê İHH ve tê pêşwazîkirin ku ev komele berhemeke MİT-Biratiya Misilman e. Walîtiya Tirk a li Wanê jî penaberan li salonên sporê bi cih dike. Piştî vê pêşwazîkirinê nayê zanîn bê penaber ber bi ku ve tên şandin.

Lêkirina dîwarê 144 kîlometreyî yê ji sînorê Îranê yê 560 kîlometreyî par dest pê kir. Serokkomar Erdoğan Hezîrana 2017'an daxuyaniyek dabû û gotibû, "Em ê heman tiştî li sînorê Iraqê jî bikin û li sînorê Îranê jî li cihê guncaw vê yekê pêk bînin. Ji bo ketin û derketina ji welatê me divê êdî hê bi kontrol be. Wê nikaribin bikevin." Lê belê piştî vê daxuyaniya Erdoğan tenê qaçaxçitiya ku debara jiyanê ya gundên li ser sînor e qediya. Wekî din, bazirganiya narkotîk û ketina penaberan bi hêsanî dewam dike.

Ji gundiyên li ser sînor Cizeyir Özkaplan got, "Sînor li me girtî ye, her wiha ji bo me sedema kuştinê ye. Lê belê penaber bi hêsanî derbas dibin. Tevî ku dîwar lê kirine û qereqol çêkirine jî gelo penaber çawa dikarinb i hêsanî derbas bibin? Divê hinek rabe vê pirsê bike."

BOTAN: BÛYE AMÛREKE SIYASETÎ Û DÎPLOMATÎK A DESTHILATDARIYÊ

Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Lezgîn Botan anî ziman, penaber ji bo desthilatdariya AKP'ê veguherîne amûreke siyasî û dîplomatîk û got, "Li dijî Kurdan hemû bûye amûreke leşkerî ya qirêj, hem jî amûra ji bo guhertina demografiyê. Wekî din li dijî Yekîtiya Ewropayê jî tê bikaranîn. Bi milyonan penaberên ku meyla Îslamî ya radîkal bi wan re heye, asta wan a perwerdeyê kêm e, bê kar in, bê hêvî ne, tengav bûne, xetere ne, tirs û xofa dilê Yekîtiya Ewropayê ne. Desthilatdariya AKP'ê ku ev rewş baş dîtiye, weke şantaj û gefxwarinê bi kar tîne. Tevî vê yekê, narkotîk bi hêsanî ji sînor tê derbaskirin."