Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Sewqiyata leşkeri ji bo tabûra Geyiksûyû ya Dersimê tê kirin

Li navenda Dersimê bi hejmarek zêde ya wesayîtan, leşker tên şandina tabûra Geyiksuyê.

Ji nukteya Kemere Bel a navenda Dersimê bi hejmarek zêde ya wesayîtan sewqiyata leşkerî tê kirin. Hat diyarkirin ku sewqiyata leşkerî ji bo tabûra Geyiksûyûyê tê kirin.
Li aliyê din gundên Mamles, Xeyrîbo û Nenîkan ên di navbera Xozat û Pulurê de ku sala 1994'ê hatibûn valekirin û ti xebatên rê nehatibûn destpêkirin. Ji aliyê leşkeran ve ferman hatiye dayîn ku xebatên vekirina rêyên van gundan bê destpêkirin. 

Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku piştî vekirina rêyên wê li herêmê operasyonekî leşkerî were destpêkirin û sewqiyata leşkerî jî ji bo amadekariyên operasyonê ye.