Sêwana Meclîsên Gundên Êzidiyan hewldana li şengalê şermezar kir

Sêwana Meclîsa Gundên Êzidiyan, berxwedana xelkê Şengalê û Asayîşa Êzidxanê silav kir û hewldanên hikûmeta Iraqê jî şermezar kirin.

Sêwana Meclîsên Gundên Êzidiyan bi daxuyaniyekê hewldana hikûmeta Iraqê ya li Şengalê şermezar kir. Meclîsê bang li raya navneteweyî kir ku li dijî van kiryaran bibin xwedî helwest.

Daxuyanî wiha ye:

Berxwedana gelê Şengalê û Asayişa Êzidxanê bi rêzdari silav dikin. Em bi ruh û hestên xwe bi we re ne.

Em bang li Netewên Yêkbûyî û reya giştî ya navneteweyî  dikin ku dijî van êrîş, bêrêzî û gefên faşîzan ên Enqere, Hewlêr û Bexdayê li ser gelê Şengalê û Asayîşa Êzidxanê bêdeng namînin, bi lêzgînî bi dawî bikin.

Em Hewlêr û Bexdayê hişyar dikin  ku ji dîroka rûreşiya xwe ya 03.08.2014’an şerm bikin vê rûreşiya xwe dubara nekin.

Êdî Êzidiyên berê nemana, êdî divê hûn Êzidxanê û Asayişa Êzidxanê qabûl û tahmûl bikin. Em ê hemû bêdelan bidin, le em ê nehêlin hûn pê li vîna û nirxên Êzidiyan bikin. Em bi lêzgînî bang li gelê Êzidî û dostên Êzidiyan dikin. Wek hûn ji di çapêmeniyê de rewşa Şengalê dişopînin Êzidxan û Êzdatî di bin xeterî, man û nemanê de ye; divê civaka Êzidiyan li xwe û hebûne xwe xwedî derkeve, dibê ku sibe ji gelekî  dereng be ji bo wê ye ku Şengal û Asayîşa Êzidxanê nemîne, êdî tê wateya ku farmana dawiya Êzdatî ye.

Em bang dikin ku rabin ser xwe bêdengî sûcê dirokê ye. Rewşanb,r, siyasetmader, zane û akademîsyanê Êzidiyan dikin ku rewşa Şengalê baş bibinin û baş analîz bikin ku hûn îro li Şengalê xwedî dernekevin, hûnê kengê lê xwedî derkevin? Hûnê li benda fermanek wek a 03.08.2014 an bin?

Roj roja namûs, xiret, hebûn û nabûnê ye.

Şengal rûmete me ye, em ê rûmete xwe biparêzin.

Asayîşa Êzidxanê rûmete me ye em ê rûmete xwe biparêzin.”