Seven: Xelkê me yê Başûr divê Kurdistanê biparêze, xwedî li Rêber Apo derkeve

Nedîm Seven hewldanên Rêberê Gelê Kurd ên ji bo yekîtiya neteweyî bi bîr xist û got, "Çawa ku xelkê me yê Başûr di pêvajoya komployê de xwedî li Rêber Apo derket divê niha jî heman seknê nîşan bide û bi ruhê yekîtiya neteweyî li ber dagirkeran rabe."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Nedîm Seven ji ANF'ê re axivî û destpêkê komploya 9'ê Cotmeha 1998'an, hêzên tevlî komployê bû şermezar kir.

Nedîm Seven bal kişand ser hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo yekîtiya neteweyî pêk bîne û got, "Tevgera me jî kete nava heman hewldanan. Di navbera salên 2013-2015'an de Rêber Apo ji bo avakirina kongreya yekîtiya neteweyî pêşniyar kir ku Mesûd Barzanî bibe serok. Lê belê xiyanet, nokerî, siyaseta teng, berjewendiyên xanedaniyê li pêşiya meşandina siyaseteke neteweyî ya li hemû parçeyên Kurdistanê bû asteng. Hîn jî ji bo yekîtiya neteweyî têkoşîna me dewam dike. Ji ber ku divê Kurdistan bibe yek, dagirkeran dagir kirine, parçe kirine. Ji bo dagirker ji Kurdistanê bêne avêtin yekîtiya neteweyî divê. Lê belê li gorî berjewendiyên dewleta Tirk têkoşîna li dijî partiyên din ên li Kurdistanê yekîtiya neteweyî ava nabe. Yan jî bi hesabên dijmin bi têkoşîna li dijî partiyên Kurdistanê yekîtiya neteweyî ava nabe. PKK di nava têkoşîna xwe ya 50 salî de xwedî li hemû nrixên Başûr derket. Rêber Apo ji bo feraseta xulamiyê ya li Başûr biguherîne bi şev û roj hewl da.

Her wiha ji bo civaka Kurdistanê bi gelek kesan re hevdîtin kri. Îbrahîm Ehmed yek ji wan bû. Weke ku tê zanîn Îbrahîm Ehmed di şoreşa Mabahadê de bi roleek taybet rabû. Di sala 1975'an de piştî ku xiyaneta malbata Barzanî dît, siyaseteke cuda meşand û heta jiyana xwe ji dest da weke nirxekî Kurdistanê bi Rêber Apo re di nava diyalogê de bû. Her wiha yên ku xwedî li cenazeyê wî derketin, ji Ewropayê gihandin Silêmanieyyê welatparêzên dilsozên Tevgera Azadiyê bûn.

Bi heman rengî tevî siyasetmedarên mîna Mam Celal, Mihemed Emîn Pencewînî gelek rewşenbîran bi Rêber Apo re dostanî, hevrêtî danî. Ev girîng in. Rêber Apo û PKK ji bo pêşketina çanda demokrasiyê ya li Başûr gavên dîrokî avêt."

Nedîm Seven diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji salên 1990'î û pê ve pê hesiya ku şeklê rêveberiyê yê xanedaniya Barzanî êdî civaka Başûr dirizîne, bêkar dihêle, nirxên Kurd û Kurdistanî nahêle, çanda demokrasiyê tune dike û got, "Ji ber vê yekê jî biryar da ku PKK li her qada Başûr kar bimeşîne. Lê mixabin ev nêzîkatiyên malbata Barzanî hîn jî dewam dikin."

Nedîm Seven ragihand ku dewleta Tirk niha jî bi piştgiriya PDK'ê bi şev û roj li Rojava, Şengalê, Mexmûrê, Kerkûkê, Silêmanî, Hewlêrê êrîşî gel dike û got, "Yê ku ev rê da ber dewleta Tirk jî PDK bi xwe ye. Dixwaze sînorê Heleb, Mûsil, Kerkûkê radestî dewleta Tirk bike. Ji bo karibe çend qurişan ji dewleta Tirk werbigire van dikin. Gelê Kurdidstanê bi vê zane, lê belê bêdeng dimîne, divê li hemberî vê yekê qiyametê rake.

Ciwanên Kurdistanê pêl bi pêl diçin welatên Ewropayê. Ciwanên Kurdistanê li welatên Ewropayê wê jiyaneke çawa bijîn? Ev çi siyaseteke qirêj e? Ji cografya Behdînan, Soran, Germiyanê bedewtir, dewlemendtir cografyayek heye gelo? Ji xaka Mezopotamyayê berê ciwanan didin Ewropayê. Ev yek siyaseta malbata Barzanî ye. Ji ber vê yekê komploya navneteweyî li hemberî welatparêziya rastî, çanda demokrasiyê, xeta yekîtiya neteweyî û civaka azadîparêz tê kirin. Divê partî, rewşenbîr, hunermend, nivîskarên li Başûr hemû van bibînin. Di vêpvajoya komploya li dijî Rêbertî de li Silêmaniye, Hewlêr, Kerkûk, Behdînan, Soran bi milyonan mirov rabûn ser piyan. Wê demê xwedîderketineke mezin li Rêber Apo hebû. Bi sedan hevalên me ji Başûr tevlî nava refên tevgera me bû, rêveberiya me bûn û canê xwe feda kirin. Ew nirxên xelkê me yê Başûr e. Hevalê Helmet, Diyar Xerîb li gel Rêbertî mezin bû, perwerde dît. Ne tenê xelkê Başûr, pêşengî ji tevahiya gelê Kurdistanê re kirin. Divê xelkê me yê Başûr van şehîdan ji xwe re bikin esas, bikin sembol."

'BI KÎJAN WÊREKIYÊ RADIBIN DIBÊJIN EM Ê PKK'Ê JI BAŞÛR DERXÎNIN?'

Nedîm Seven destnîşan kir ku PKK xwedî feraseta 'Ev parçe yê min e, ev parçe yê te ye' nîne û diyar kir ku Kurdistan welatekî partiyekê, xanedanekê nîne, Kurdistan welatê Kurdan e. Nedîm Seven got, "Ji dema damezrandina PKK'ê û vir ve li Başûr gelek destketî hatin bidestxistin. Şev û roj radibin dibêjin bila PKK ji Başûr derkeve. Kî wê derkeve? PKK xwedî li Başûr, Rojhilat, Rojava, Bakur û tevahiya gelê Kurdistanê derdikeve. PKK xwedî li paradîgmaya azadîparêziya jinê, ekolojîk a Rêber Apo derdikeve. Gelo bi kîjan wêrekiyê dibêjin ku wê PKK'ê ji Başûr derxînin? Bila hinekî li rabirdûya xwe binihêrin, hinekî cidî bin. Cidiyeteke wan nemaye. Em naxwazin qala rabirdûya wan bikin. Civaka me ji xwe bi hemûyan zane.

Xelkê me yê Başûr çawa ku di pêvajoya komployê de xwedî li Rêber Apo derket, divê heman seknê niha jî nîşan bide. Li dijî dagirkeran bi taybetî jî li hemberî dewleta Tirk di vê bi ruhê yekîtiya neteweyî li gel PKK û gerîla cih bigire, Kurdistanê biparêze. Ya rast ev e. Banga me li ciwanên Kurdistanê ev e. Bi çûyîna welatên Ewropayê wê çi bikin, çawa bijîn? Divê van hemûyan bibînin.

Di salvegera 25'an a komployê de ji bo azadî û yekîtiya Kurdistanê şert e ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê pirsgirêka Kurd çareser nabe, xiyanet bi dawî nabe. Em zanin ku gelê me baş bi vê zane, lê di heman demê de wezîfeyên wijdanî û exlaqî jî hene. Hinek radibin qala mirovahiyê, hiqûqê dikin, lê belê li hemberî me êrîşên îmha, komkujiyê hene. Êrîşên qirkirina siyasî, çandî û fîzîkî hene. Lewma eger civak neyê zanekirin, rewşenbîr wezîfeyên xwe pêk nînin, her kes bênavber tênekoşe, wê xeterî dewam bike. Li ser vê bingehê em her kesên tevlî şoreşa Başûr bûne, berdêl dane bi bîr tînin û silav dikin."