Servet Encu: Artêşê û hikûmeta AKP'ê dixwestin bi derewan komkujiyê binixumînin
Encu: Eger ez bi saxî ji komkujiyê rizgar nebûma, artêşa Tirk wê komkujiya xwe bi derewan binixumanda.
Encu: Eger ez bi saxî ji komkujiyê rizgar nebûma, artêşa Tirk wê komkujiya xwe bi derewan binixumanda.
Bavê 6 zarokan Servet Encu yê 37 salî, dema ku 34 ciwan û zarok li Roboskî di 28'ê Kanûna 2011'an de ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin kuştin, li cihê bûyerê bû û bi şensê rizgar bû. Encu ji ANF'ê re qala şeva komkujiyê kir.
'LI ALIYEKÎ TIRKIYE, LI ALIYÊ DIN JÎ IRAQ NIVÎSÎ BÛ'
Servet Encu da xuyakirin, ku li herêmê ti nîşaneyeke sînor nîne û anî ziman, nîvê malbata wan li aiyê din ê vî sînorê nîne ye.
Encu anî ziman, 11 ji zarok û ciwanên di komkujiyê de hatin kuştin, pismam, kurxal û biraziyên wî bûn û got, "Yanî 11 ji wan ji malbata min bûn. Lê hemû xizmên min bûn. Hemû ji malbatekê bûn. Nîvê malbata min li Başûrê Kurdistanê, nîvê wê jî li vir dijî. Tiştekî bi navê sînor nîne. Sînorekî çêkirî jî nîne. Tiştekî bi çîmento li nuqteyekê çêkirine, li aliyekî wê Tirkiye, li aliyê din jî Iraq nivîsî ye." Encu diyar kir, zozanên wan, milk û sewalên wan ev cihê jê re sînor tê gotin, ji holê rakirine û got, niha ji wê derê re dibêjin axa Iraqê.
'MÎNA KU EM DIÇÛN DAWETÊ YAN JÎ PÎKNÎKÊ'
Encu da xuyakirin, ku dema ew diçûn bazirganiya ser sînor, leşkeriyê agahî dida sercerdevan û keyayan û got, "Wê şevê hevalên min hatin û mazot ya jî kîsek şekir xwestin. Min ji debûkekî 130 lître yê mazotê 50-60 TL qezenç dikir. Serê her hêstirî me 50-60 lîre qezenç dikir. Gelek caran ji ber ku bar tine bû, me zerar dikir. Wê rojê em 11 kes, li hin taxan bi pênc, şeş kes em li hev civiyan û saet di 3'an de tevlî hêstirên xwe bi rê ketin. Dema em çûn jî ne leşker, ne jî me kesekî din dît. Kes tine bû. Ji xwe me bi giranî leşker nedidît. Dema me didîtin jî ya diçûn cem sercerdevan, ya jî keyayan û hişyariya 'bila qaçaxçî îşev neçin' didan. Lê wê şevê ti hişyarî nedan. Ji ber vê yekê jî em bi rê ketin. Hemû hevalên me di rê de gelekî bi kêf bûn. Me govend digerand û bi vî rengî em diçûn. Mîna ku diçin dawetekê yan jî pîknîkê. Saet di 07:00 de em gihîşt wê derê. Me barê xwe li hêstiran bar kir, pere dan û ketin ser rêya vegerê."
'BOMBEYAN EZ BI METREYAN PENGIZANDIN...'
Encu wiha dewam kir: "Di rêya vegerê de dema em gihîştin nîvê rê me timî dengê topan dibihîst. Ev topbaran ji xwe timî dihat kirin. Lê belê top li aliyê me nedihatin barandin. Davêtin cihên bilind ên dûrî me. Me got, dîsa rewşeke bi heman rengî heye û me rêya xwe dewam kir. Me xwe gihand ser sînor. Li ser sînor şebekeya telefona me dikişand. Em bi xizmên xwe, nasên xwe yên li gund bi rêya telefonê axivîn. Xizmên me ji me re gotin, 'îşev li her derê tank, panzer û bi dehan leşker hene. Hûn neyên. Heta ku me ji we re rêyeke ewle dîtin, bisekinin'. Bi şev bû û tarî bû. Piştî sekneke 20 deqeyan min ji biraziyê xwe re got, em biçin hêstirên xwe yên li pêş sax bikin. Bi qasî 15 metreyan ez ji komê dûr ketim û şev tarî bû. Xuya ye dema balafir nêz bû dengê balafiran nedihat, piştî ku di ser mirovan re derbas dibe û diçe, hingî dengê wan tê. Piştî ku tarî ronî bû, min hin tişt dît. Biraziyê min li pêş bû û min nizanîbû bê bedena wî bi ku ve pengizî bû. Ji ber bandora wê bombeya mezin, ez bi xwe jî pengizîm. Nizanim bê bombeyan çiqasî bedena min pengizand."
'BEDENÊN PARÇEBÛYÎ LI DERDORÊ BÛ, QEREQOLÊ DEREW DIKIR'
Encu piştî ku hate ser hişê xwe, derdora xwe dît bê çi qewimiye û got, "Dema ez hatim ser hişê xwe min dît ku bi ser rû li erdê dirêjkirî me. Rabûm ser xwe û dema min li dora xwe temaşe kir, min parçeyên bedena hevalên xwe û hêstirên parçebûyî li derdorê dît. Hingî heta ji min hat min kir qîrînî. Û heta ji min hat ez meşiyam û min xwest sînor derbas bikim. Hingî wergeriyam û bi çil metreyan gihiştim heta cihekî. Balafiran êrîşî vê cihê ez lê bûm jî kirin. Ji bilî min du sê kesên din jî hebûn ku dimeşiyan. Bi qasî sed metreyan dûrî min bûn û min ji nişka ve dît ew jî hatin kuştin. Ez li cihê lê bûm sekinîm û min qet xwe nelivand. Ji ber vê yekê xuya ye ji wan hebû ku ez mirim e û bomberdûman sekinandin. Vê rewşê bi qasî 45 deqeyan dewam kir. Heta ku bomberdûman qediya, ez li cihê lê bûm sekinîm. Her serê 10-15 deqeyan min hinekî xwe kaş dikir. Çavê min li tehtekî yan jî darekê bû. Lê belê ne tehtek ne jî darek hebû, ku xwe li binî veşêrim. Min xwe şemitan binê cihekî ku ava berfê ya heliyayî kûr kiribû û li wir sekinîm. Di ser re bi qasî du saet derbas bû. Min bawer nedikir ku dijîm. Bêtêla min a ku ji 2 kîlometreyan dikişînin hebû, ku bi gelek kesan re hebû. Bi giranî cihê şebekeya telefonê nebû, em bi rêya bêtêlê bi hev re daxivîn. Çawişên me yên ku rê nîşanî me didan hebûn. Bi rêya bêtêlê em bi wan re daxivîn. Min bêtêla xwe vekir, navê xwe got û xwest xwe bigihînin min. Yekî ji gund dengê min bihîst. Yek ji rêberan bû. Min jê re got, ku balafiran bombe li hevalên min barandine û bi lezgînî were alîkariya me. Di destpêkê de bawer nekir û got 'tu qala çi dike'. Dûre agahî ji qereqolê girt, ku qereqolê îdîa dikir, ji bo çavtirsandinê bombe hatiye barandin û hemû reviyane Iraqê. Min jî got, qereqol wan dixapîne û bi rastî jî bombe li me barandin. Hemû hevalên min hatin kuştin, tenê ez sax mam. Min got, 'nizanim bê kesekî din sax e yan na'. Piştî ku min ev got, têkiliya me qut bû. Ez li cihê lê bûm derneketim.
'34 ZAROK Û 59 HÊSTIR KUŞTIN'
Em ji du koman pêk dihat. Li du nuqteyên cuda bûn. Bomberdûman du caran hat kirin. Bomberdûman yekemîn bi qasî 45 deqeyan dewam kir. Piştre bomberdûman li cihê din ê koma duyemîn lê bû hate kirin. Ji ber ku cihê koma duyemîn lê bû teht bû, bedena wan parçe nebûbû û hatibûn kuştin. Wê şevê bi giştî 34 ciwan, zarok û 59 hêstir kuştin."
'QEREQOLÊ Û SERVÎSA LEZGÎN A 112 TELEFONÊN XWE GIRTIN'
Şahid Encu da xuyakirin, ku piştî komkujiyê ew li qereqol û Servîsa Lezgîn a 112 geriyan e û piştî axaftina destpêkê telefon hatine girtin û careke din bersiv ji wan re nehatiye dayîn. Encu got, "Wê şevê dema min dengê mirovan bihîst, min şehadet anî û bawer nekir ku ez rizgar bûme. Dema dengê mirovan nêzî min bû, min dengê xwe bilind kir. Hatin cem min û ji min pirsîn bê birîndar im yan na. Min ji wan re got ne birîndar im. Gotin 'Ji bo rizgarkirina hevalên te, bi me re bê'. Ez bi qasî 50 metreyan dûrî cihê komkujiyê bûm. Hevalek ket binê çengê min û hatim heta cihê komkujiyê. Bila Xwedayê min tiştekî bi vî rengî nîne ser kafiran. Ji ber ku cenazeyê gelekan ji wan parçe bû, min nas nekir. Li hin goran tenê dest û mil, ling an jî parçeyekî bedenê tenê heye.. Piraniya van mirovan jî 12-13 salî bûn. Ji bilî min tenê du kesên zewicî hebûn. Piraniya wan xwendekar bûn. Yanî temamiya mirovên hatin kuştin, ciwcan bûn. Piştre gundiyan cenaze dan hev. Em li 112 geriyan, me agahî dan qereqolê. Piştî ku pirsîn bê çend kes mirin e û birîndar bûn, êdî nema bersiv dan telefonê, telefonên xwe girtin. Gundiyan agahî dan çapemeniyê û her gundekî bi bûyerê hesiya piştî du saetan hatin alîkariyê. Hin kesên ji koma duyemîn ancax piştî 2 rojan ji binê tehtan, ji binê axê hatin derxistin. Emniyet û leşkeran cenaze dixwestin, lê mirovên me nedan."
'WÊ BI DEREW Û ŞAŞITIYAN KOMKUJÎ BINIXUMANDA'
Encu anî ziman, ku eger ew bi saxî ji komkujiyê rizgar nebûya, artêşa Tirk wê bi agahiyên şaş û bi derewan komkujî binixumanda û got, "Eger ez bi saxî rizgar nebûma, wê cenaze rakiribûna morga Meletiyê. Wê her yek ji cenazeyan bibira cihekî din. Mîna ku cenaze ji kampa Heftanînê ne, ji kampa Sînahtê ne, wê bi agahiyên şaş û derew komkujî binixumanda."
'JI BO DEREWAN BIKIM, XWESTIN BERTÎLÊ BIDIN MIN'
Encu diyar kir, yên komkujî kirin ji bo ew derewan bike, xwestine bertîlê bidin wî û wiha dewam kir: "Piştî vê bûyerê hatin ji min re gotin 'tu li vê cîhanê çi dixwaze em ê bidin te, lê tu yê naxive û bêdeng bimîne'. Min jî ji wan re got, 'ez tiştekî we naxwazim, bedenên 34 canan bidin'. Piştî ku salek di ser komkujiyê re derbas bû, li mala min reşandin. Min xistin girtîgehê. Dest ji min bernedan. Min tiştekî wan ji min dixwest, nekir. Min guh neda kesî. Ez li mafê 34 caran geriyam." Encu destnîşan kir, ku mîna beriya niha, ew ê ji niha û pê ve jî her tim rastiyan bêje.