Şervanên QSD`ê ketin bajarê Tebqa
Şervanên QSD`ê ji milê rojhilat û rojava ve ketin taxên destpêkê yên bajarê Tebqayê. Di şerê wan taxan de herî kêm 10 çete hatin kuştin.
Şervanên QSD`ê ji milê rojhilat û rojava ve ketin taxên destpêkê yên bajarê Tebqayê. Di şerê wan taxan de herî kêm 10 çete hatin kuştin.
Pêngava rizgarkirina bajar û bendava Tebqa dewam dike. Şervanê QSD’ê şeva din gihîştin taxên destpêke yên bajarê Tebqayê .
Şervanên QSD`ê ji milê rojhilat û rajava ve ber bi navenda bajarê Tebqa ve ketin tevgerê. Tevî mayîn û sekvanên çeteyan jî şervan nesekinîn û ji her du aliyan ve 1.5 km bi pêş de çûn. Di şer de şervanan derbên giran li çeteyan dan û herî kêm 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Her wiha li aliyê gundê Ayid Saxîra yê rojavayêy bajêr sivîlek di encama teqîna mayîna çeteyan de jiyana xwe ji dest da. Di şerê heta niha de 2 şervanên QSD`ê birîndar bûne.
Di şer de panzerek, dozerek (Trekes). 2 maşîneyên Toyota û gelek kilêş û cebilxane ket destê şervanên QSD`ê.
Şervan di encama şerê dijwar de ji aliyê rojhilat û rojava ve ketin taxên despêka bajarê Tebqa. Diyar bû ku çete bi sekvanên şervanên QSD`ê hedef bigre û dixwazin pêşveçûna wan asteng bikin.
Di van kêliyan de êdî şer û pevçûn di nava bajarê Tebqa de berdewam dike.