Şervanên Pêngava Xezeba Firatê nêzî balafirgeha Tebqayê bûn

Operesyona rizgarkirina bajarê Tebqa û bendava Firatê bi hemû dijwariya xwe didome. Şer li dora bendava Firatê giran bûye.

Operasyona Xezeba Firatê li baskê Tebqayê di roja xwe ya 4’emîn de bi hemû dijwariya xwe didome. Şeva din heya serê vê sibehê di têketina Bendava Firatê şerên giran di navbera Şervanên Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ’ê de rû dan. Çeteyan çekên giran bikar anîn û şervanan bersiva êrîşan dan.

Di encama şer de, gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin. Ji van 5 çete bi çav hatin tesbîtkirin û serçeteyekî (emîr) wan jî hate kuştin. Heta niha şer li her du aliyên bendavê didome.

Li baskê din ê operasyonê jî, şervanên QSD’ê pêşveçûna xwe ber bi balafirgeha Tebqayê ve didomînin. Hat hîn bûn ku komek şervan 6 km. nêzî balafirgehê bûne.

Li herdu baskan jî şer di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de didomin.