Şervanên Pêngava Xezeba Firatê : Heta DAIŞ neqede em nasekinin

Şervanên ku beşdarî Pêngava Xezeba Firatê bûne diyar kirin ku, heta koka çeteyên DAIŞ’ê neqele em ê nesekinin. Şervanan Newroza gel jî pîroz kirin.

Şervanên YPG û QSD’ê yên di Pêngava Xezeba Firatê de ne, li ser pêngava Reqayê û Newrozê ji ajansa me re axivîn.

Şervanê YPG’ê Nemrud derbirî, ev demek e li ser eniya Melhayê dest bi pêngavê kirine, pêngav heta niha baş diçe û gel jî wan baş pêşwazî dike û Nemrud cejna Newrozê ya her kesî jî pîroz kir.

YPG’yiyekî bi navê Egid Serêkaniyê jî got ku, “Me cihên wekî Derazor ên stratejîk ji çeteyan stend. Me gelek gundên nêzî Çemê Firatê jî stend. Pêngava me didome. Em cejna Newrozê jî li hemû gelê xwe pîroz bikin. Û em vê pêngava Reqayê diyarî hemû şehîdan dikin.”

‘HETA KU ÇETE LI SÛRIYEYÊ NEMÎNIN…!’

Şervanê YPG’ê yê bi navê Serhat jî diyar kir ku bi pêşengiya YPG, YPJ û QSD’ê Pêngava Xezeba Firatê didome û got ku, “Pêngava me bi fedakarî û israreke mezin didome. Em gihiştin Derazorê. Em cejna hemû gelên Xirîstiyan, Asûrî û gelên Sûriyeyê pîroz dikin. Hêvîdar im sala bê, em ê hemû di nav aştiyê de bijîn. Heta ku em li Sûriyeyê koka çeteyan biqelînin, em ê şer bikin.”

Şervanê QSD’ê yê bi navê Ebu Heya jî got ku, “Me heta niha gelek qad azad kir. Em ber bi Reqayê ve dimeşin. Li ku şer hebe em ê wê derê azad bikin. Ji ber ku karê me pevrebûna gelan e. Li Sûriyeyê li ku şer hebe, em ê biçin wê derê. Ne bi tenê li Sûriyeyê, em ê li her derê bin. Em spasiyên xwe pêşkêşî hêzên YPG, YPJ û Asayîşê dikin. Çi kesên ku li hemberî van çeteyan rahiştine çekê, em spasiyên xwe pêşkêşî gişan dikin.”

‘ME GELEK GUN STEND’

Şervanekî din ê QSD’ê jî spasiyên xwe pêşkêşî QSD, YPG û YPJ’ê kir û diyar kir ku, gundî ew bi kêf û coş pêşwazî kirine û a niha hemû li malên xwe di nava aştiyê de dijîn.

Şervan Demhat Hesekê jî got ku, “Em a niha li gundê Cezrayê ne. Ji bo ku em gelê xwe azad bikin, em hatin vê derê. Hemû hevalên me beşerxweş in. Me heta niha gelek gund stend. Me hemû çete ji vê derê derxist. Em ê cihên din jî ji wan rizgar bikin. DAIŞ li ser axa Sûriyeyê biçe ku derê em ê şopa wan bigerînin û heta ku em koka wan neqelînin em nasekinin.