Nûçeya Lezgîn: KCK: Gava ku Rêber Apo ji me dixwaze em ê biavêjin

Şervanê BOG'ê Kandemîr li Rojava şehîd bû

Fermandariya Hêzên Azadiya Hevpar a Rojava, ragihand şervanê wan ê bi navê Mûzaffer Kandemîr (Dogan Kirefe) di pêngava azadkirina Reqayê de gihiştiye şehadetê.

Fermandariya Hêzên Azadiya Hevpar a Rojava, ragihand şervanê wan ê bi navê Mûzaffer Kandemîr (Dogan Kirefe) di pêngava azadkirina Reqayê de gihiştiye şehadetê.

Fermandariya Hêzên Azadiya Hevpar a Rojava ku li ser hesabê Twîtterê daxuyaniyek da wiha got: "Li herêma Tabûra Azadiya Enternasyonalîst ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê şerên dijwar qewimî de, Muzaffer Kandemîr (Dogan Kirefe) şehîd bûye. Li herêma ku Dogan gihişte şehadetê ji aliyê şervanên Tabûra Azadiya Enternasyonalîst ve ji çeteyan hate paqijkirin."

BOG'ê ku Kandemîr bi bîr anîn wiha got: "Heval Dogan li Pirsûsê, li Enqerê, Stenbol li dijî qetlîamên AKP-DAIŞ'ê têkoşîn meşan û hesab pirsiye."