BI DÎMEN

Şervanan bi hezaran mirovên sivîl derbasî herêmên ewle kirin

Di çarçoveya qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê dei ku bi pêşengiya QSD, YPG û YPJ'ê tê meşandin, heta niha bi dehan gund û gundik hatine rizgarkirin.

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, bi hezaran mirovên sivîl ên herêmên çete lê ne rizgar kirin, derbasî herêmên ewle kirin.

Şervanên Odeya Çalakiyê, ji bo sivîlên li aliyê din ê çem ji DAIŞ'ê rizgar bikin, li xeta Xesecilê korîdorek vekirin û bi hezaran mirovên sivîl birin herêmên azad.