Serpêhatiya gerokê Macar a li Kurdistanê: Heqîqet û bedewî sînoran nas nakin

Renato Tukacs ku dema ji Macaristanê hate Kurdistanê li zexta leşkerên Tirk rast hat, wiha got "Ez ê timî bêm Dersimê. Tevî van pirsgirêkan jî hevalên min ên bedew li vir çêbûn. Heqîqet û bedewî sînoran û zextê nas nake."

Mirov çawa dikare vê rastiyê ji nedîtî ve bê? Bêguman mirov bi rê dikeve, li aliyekî din ê cîhanê jî be... Renato Tukacs jî yek ji van rêwiyan e.

Tukacs ciwanekî Macar e. Her çend li ser daxwaza malbata xwe neçar ma ku biçe xwendina zanîngehê jî, daxwaza wî ew bû ku li cîhanê bigere. Lewma di xwendina zanîngehê de jî beşa cografyayê hilbijart ku ji bo vê gera wî bibe alîkar. Di dema xwendinê de fêhm kir ku yên tên hînkirin tenê di teoriyê de dimînin, rêya bingehîn a xwegihandina agahiyê li nexşeyan e û bi vê biryardariyê rahişt çenteyên xwe û xwe ji bo rêwîtiyê amade kir.

Destpêkê bi rêya Erasmusê bar kir Elmanyayê. Bi gera li welatên Ewropayê dest bi tecrûbeya xwe ya destpê kir.

Tukacs qala serpêhatiya gera li cîhanê kir: "Cara destpêkê sala 2014'an derketim derveyî welat. Bi rêya Erasmûsê min bar kir Elmanyayê. Salekê li wir mam. Ji bo min tecrûbeyeke nû bû, ez bi tenê bûm. Li wir min kes nas nedikir û bi rastî jî min ji vê tecrûbeyê hez kir. Ji Elmanyayê çûyîna welatên din ên Ewropayê gelekî hêsan bû. Ji ber vê yekê ji Elmanyayê ber bi welatên Ewropayê yên li rojava û başûr gelekî geriyam. Her tişt bi vî rengî dest pê kir. Rêwîtiya min a destpêkê ji bo mehekê li rojavayê Ewropayê bû. Pîşeyê xwe nakim. Ji bo xwe fînanse bikim jî salê 3 mehan di karên cuda de dixebitim, 3 mehan jî digerim."

Tukacs anî ziman ku wî her tim dixwest bê Kurdistanê, ciwanên Kurdistanî nas bike, çîrokên dîroka vê cografyayê ji wan guhdarî bike.,

"Ji xwe min bi Kurdistanê zanî bû. Min yekî ji Mêrdînê nas kir; ji min re qala Kurdistanê û Kurdan kir. Piştre jî yekî Dersimî min nas kir û ji min re qala dîroka cografya Dersimê kir. Wê demê min fêhm kir ku ev cografya û mirovên wê bi qasî ku nikarin bêne vegotin cuda û bi bandor bûn. Ya rast min gelekî dixwest biçim vê cografyaya bedew ku bi serpêhatiya xwe xweser bû. Destpêkê ji min hebû ku tenê 2-3 rojan lê bimînim, lê belê zêdeyî mehekê li Dersimê mam.

Ji dema li vir derbas kir ez gelekî kêfxweş im. Xweza ji bo min ji bajarên mezin baştir e û Dersim jî bajarekî bi vî rengî ye. Mîna bajarokekî biçûk e ku dora xwe bi çiyê girtî ye. Tiştekî bêhempa ye ku mirov li xwezaya vî bajarî demê derbas bike. Lê belê bi dîtina min ya ku herî zêde bandorê li mirovan dike mirovên wê ne. Min li Dersimê gelek heval nas kir. Her roj hîn bêhtir mirov nas kir. Piraniya wan bi Îngilîzî nizanibin jî me rêyek dît ku bi hev re têkiliyê çêbikin. Ev yek gelekî girîng e û bandorê li min dike. Dersim bi dîroka xwe û bi mirovên xwe cografyayeke gelekî berxwedêr e."

Tukacs diyar kir ku ew zêde li bajarên Tirkiyeyê nema, piraniya dema xwe ya gerê li Kurdistanê derbas kir û qala tecrûbeya xwe ya li Kurdistanê kir: "Li Tirkiyeyê tecrûbeyeke min zêde nîne. Li Tirkiyeyê tenê 2 hefteyan geriyam. Bi giranî min dixwest li Kurdistanê bimînim. Ez çûm gelek deverên Kurdistanê ya ku bûye çar parçe.

Di gera xwe de tişta ku herî zêde bala min kişand zexta dewletê bû. Bi taybetî jî li Dersimê.

Dema ku hatim Dersimê min bihîst ku gelek polîs û leşker hene. Şeva destpêkê çûm çiyayekî nêzî bajarok ku kampê çêbikim. Min şeva xwe li wir derbas kir û dema ku sibehê vegeriyam, li qereqolekê hatim rawestandin. Du polîsan demeke dirêj pirsên 'Tu li vir çi dike' li min kirin. Piştre jî demeke dirêj girtin. Wêneyên min jê birin. Piştre jî bûyerên bi vî rengî bi serê min hatin. Ev nêzîkatiya leşkeran tecrûbeyeke ecêb bû. Ji xwe li her devera Dersimê qereqol hatine çêkirin. Dema ku tu li çiyê, li rêyên wê dimeşe nepêkane ku tu li qereqola leşkerî rast neyê.

Her wiha dema ku ji Dersimê ji cihekî diçû, mirov dihate rawestandin û nasname û pasaport jê dihate pirsîn. Li çar aliyên Dersimê sînor hatine çêkirin û mîna welatekî welê ye ku tenê bi nasnameyê dikare ji van sînoran derbas bibe. Bi dîtina min ev gelekî nebaş e. Dersim bi rêya van pêkanînan hatiye tecrîdkirin. Ez ê hîn jî bêm Dersimê. Li vê derê tevî ewqas pirsgirêkan jî hevalên min ên bedew çêbûn û hatim agahdarkirin. Heqîqet û bedewî sînoran û zextê nas nakin."