Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan li Silêmaniyeyê ye

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan li Silêmaniyeyê ji aliyê lîderê YNK'ê Bafil Talabanî ve hate pêşwazîkirin.

SEROKKOMARÊ ÎRANÊ

Vê sibehê Serokkkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan piştî hevdîtinên li Bexdayê serdana Herêma Kurdistanê kir. Destpêkê Pizîşkiyan li gel serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya. Piştre jî li gel serokê PDK’ê Mesûd Barzanî civiya.

Piştî hevdîtinên li gel PDK’ê, Pizîşkiyan bi rêya balefirê serdana Silêmaniyê kir. Li balefirgeha Silêmaniyê Pizîşkiyan ji aliyê Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ve hat pêşwazîkirin.

Li gor zanyariyan wê destpêkê Pizîşkiyan serdana gora Celal Talebanî bike û piştre jî li Dabaşan li gel Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bicive. Piştî hevdîtinên li Silêmaniyê bi dawî bûn, wê Pizîşkiyan serdana çend bajarekî Iraqê bike.

Ji piştî ku Mesûd Pizîşkiyan bûyî serokkomarê Îranê ve ev yekem geşta ji bo dervey Îranê ye.