Serokeşîrên Şengalê: Divê tavilê hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re bê kirin

Desteya Serokeşîrên Şengalê xwest ku tavilê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin û destnîşan kir ku bi milyonan kes li benda agahiyekê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Desteya Serokeşîrên Şengalê li ser belavbûna îdiayên derbarê Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan de, li nehiya Sinunê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Hisên Hecî ve hate xwendin, bang li raya giştî hate kirin da ku heya xeberek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were girtin, dev ji çalakiyên xwe bernedin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Em wek serokeşîr û kesayetên Şengalê xwe deyndarê Rêber Apo dibînin. Di vê dema dawî de agahiyên cuda li ser jiyana Rêber Apo tên belavkirin. Civaka me ya Êzidî bi felsefeya Rêber APO ji dema fermanê ve xwe bi rêxistin kiriye. Gelê me vegeriya ser axa Şengalê, civaka Êzidî bi felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin kiriye û li xwe xwedî derdikeve.

Em bang dikin, divê di demek zû de derfeta hevdîtinê ya bi Rêber Ocalan re were dayîn. Bi milyonan mirov li benda agahiyek ji Rêber Apo ye, nêzîkatiya li hember Rêber Apo di ti yasayên cîhanê de nînin û nekarekî mirovane ye.

Em weke civaka Êzidî û gelên Şengalê, heya azadiya Rêber Apo em ê di nava çalakiyan de bin."