Serokên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'e li Amedê ne

Çalakiyên li Amedê yên li dijî dagirkeriya qeyûm di roja 9'an de ne. Serokên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'ê tevlî çalakiyê bûn.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên HDP'î di roja 9'emîn de ne. Piştî ku qeyûm li şaredariyan hatin bicihkirin, mîna şaredariyên din avahiya şaredariya bajarê mezin a Amedê jî bi bendên polîsên Tirk hatin dorpêçkirin. Çalakiyên ku li kolana Lîseyê ya li pêşberî avahiya şaredariyê dest pê kirin îro jî bi çalakiya rûniştinê dom kir. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli û wekîlên HDP'î tevî hevşaredarên bajar û navçeyan tevlî çalakiyê bûn. Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesûd Tek û Şaredarê Dersimê Fatîh Mehmet Maçoglû jî tevlî çalakiyê bûn.

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Zeynel Ozen di dema çalakiyê de axivî û got, "Ev yek desteserkirina demokrasiyê ye. Em ê li ber xwe bidin. Hevşaredarên me hevşaredarên rewa ne. Em ê serê xwe li ber zordariya qeyûm netewînin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin."

GOTIN 'DEST NEDIN ÎRADEYA MIN' Û MEŞIYAN

Di dema çalakiya rûniştinê de Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Raşît Tukel, Serokê 2'emîn ê TMMOB'ê Selçûk Ûlûata û endam û rêveberên sendîkayan li kolana Lîseyê li hev kom bûn û bi pankarta bi nivîsa "Dest nede îradeya min" ber bi qada çalakiya rûniştinê ve meşiyan. Nûnerên saziyan ji aliyê girseya gel ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin.

PSK: ÊRÎŞ LI DIJÎ ÎRADEYA GELÊ KURD E

Serokê Giştî yê PSK'ê Mesûd Tek destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman êrîşek li dijî îradeya gelê Kurd e. Mesûd Tek got, "Em van polîtîkayên AKP'ê şermezar dikin. Heta ku em sax bin em ê bi gelê xwe re bin. Bijî berxwedan. Ev ne biryareke tesadûfî ye."

Tek anî ziman ku biryar siyasî ye û got, "Em ê piştevaniya HDP'ê bikin. Ev êrîş ne tenê li dijî HDP'ê ye. Li dijî îradeya gelê Kurd, êrîşa li dijî îradeya gelê Amedê ye."

Berdevkê Demkî yê Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê Dogan Hatûn jî anî ziman, ku bi tayînkirina qeyûman re dixwazin şer kûr bikin û banga piştevaniyê li gelên Tirkiyeyê kir.

ÇERKEZOGLÛ: XWEDÎDERKETINA LI AMEDÊ XWEDÎDERKETINA LI TIRKIYEYÊ YE

Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû jî got, "Pîvana bingehîn a demokrasiya li welatekî hurmeta li mafê hilbijartinê û hurmeta li îradeya gel e. Li welatekî ku îradeya gel bi vî rengî tê desteserkirin ewlehiya ti mafî nîne."

Çerkezoglû anî ziman ku AKP ji bo desthilatdariya xwe bidomîne polîtîkayên qeyûm xistiye dewrê û got, "Xwedîderketina li Amed, Wan û Mêrdînê xwedîderketina li Tirkiyeyê ye. Em ji bo nîşan bidin ku bi gelê Amedê re ne li vê deverê ne."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat. Girseya gel piştre bi qîrîna dirûşman dawî li çalakiya xwe ya îro anîn.