Serokê TBB'ê serdana Şenyaşaran kir: Divê dengê qêrîna Şenyaşaran were bihîstin

Serokê TBB'ê serdana malbata Şenyaşar kir û got,''Divê dengê qêrîna vê malbatê li tevahiya Tirkiyê were bihîstin. Nobeta malbatê şerma me hemûyan e.''

Serokê Yekîtiya Baroyên Tirk (TBB) Erînç Sagkan û serokên baroyên Mêrdîn, Şirnex, Mûş, Amed, Riha, Sêrt, Wan, Colemerg, Êlih, Çewlikê serdana malbata Şenyaşar kirin.

Beriya serdanê şandeyê xwest ku bi dozgerên dosyayê re biaxivin, dozgerên dosyayê yên ku civana xwe bi serokê baroyan re danîbûn, bi hinceta ku bernameyeke wan a dî heye civan betal kirin.

Serokê TTB'ê Erîn Sagkan got,''Li ti deverê vegotineke maqûl ji bo rûdaneke wiha nîne ku hê jî ser cînayeta li ber çavan a li nexweşxanê nehatibe ronîkirin, dad nehatibe danîn û dengê qêrîna dayikekê bi salan nehatibe bihîstin. Em hiqûqnas in. Beriya her tiştî  em ê mafê jiyanê biparêzin. Ji berpirsyariya me ye ku dosyaya vê dozê zûzûka were vekirin, berpirs bi rengekî giran werin cezakirin û dad were bicihanîn. Agir li kû bikeve wir dişewitîne lê bicihneanîna dadê ûcdanê me hemûyan diêşîne. Daxwaza me ya sereke ye ku derheqê vê dosyayê lêpirsîneke kêrhatî were kirin. Em ê li gel malbatê bin ku ji bo vê daxwazê têdikoşe. Ji bo ku qêrîna vê malbatê li tevahiya Tirkiyê were bihîstin em ê dosyayê bişopînin. Em îro hatine vir da ku bibêjin, em hevxem û hevêşa we ne.''

Sagkan bi bîr xist ku di ser komkujiyê re 4 sal bihurîne û got, ''Mecbûr dikin dayika ku li ber çavê wê xizmên wê hatine kuştin bi salan  li ber tavê, baranê ji bo ku heqê xwe bigere, nobetê bigire. Ev şerma me hemûyan e. Diviya me ev tişt neaniya ser serê jineke ku zaroyên wê li ber çavê wê hatine kuştin. Diviya me dad bi cih binaniya û kêm jî be hêstirên çavên wê rawestanda. Lê dayikek ji bo kesên ku zarokên wê kuştine werin darizandin ev salek e nobetê digirie. Tenê dadê dixwaze. Dixwaze bi lêpirsîneke kêrhatî berpirs bêne darizandin. Kî dikare guhê xwe li vê bigire? Terorîzekirina malbatê ne karê ûcdanî ye.''

Sagkan bi berdewamî got ,''Ji bo ku dengê qêrîna malbatê li tevahiya Tirkiyê were bihîstin em li vir in. Ji bo ku sûcdar bêne cezakirin em li vir in. Zû an jî dereng em ê dadê bibînin lê êşa ku ev dayik li vir kişandiye, yek ji me wê vê ji bîr neke.''

Ferît Şenyaşar û dayika wî Emîne Şenyaşar jî diyar kirin têkoşîna wan têkoşîneke civakî ye, ew dixwazin dad were bicihanîn.