Serokê Giştî yê Tevgera Goran: Berpirsê rewşê Barzanî ye

Serokê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî got, ji rewşa Başûrê Kurdistanê berpirsê sereke Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî ye.

Serokê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî got, ji rewşa Başûrê Kurdistanê berpirsê sereke Serokê Giştî yê PDK’ê (Partiya Demokratîk a Kurdistanê) Mesûd Barzanî ye.

Omer Seyîd Elî ji qenaleke televizyonê ya nêzî partiya xwe re axivî û got, "Ev şikestina mezin dişibe şikestina 1975'an. Her wiha encama desthilatdariya 25 salan a PDK-YNK'ê ye."

Serokê Goranê destnîşan kir, tişta ku rû daye ji bo Herêma Kurdistanê giran e û got, "Ev rewş encama wê referandûmê ye ku PKD-YNK'ê ji bo armancên xwe yên siyasî bi kar anîne. Di encamê de 50 ji 100'î xaka Herêma Kurdistanê bi dest hikumeta Federal ve hatiye hiştin."

Elî diyar kir, ku çareserî bi Hikumeta Rizgariya Neteweyî dikare pêk were û got, heke ev pêk neyê Goran wê guh bide dengê gel.