Serokê Dezgeha MAM: Hikûmeta herêmê li hemberî Mexmûrê sûc dike

Serokê Dezgeha Mirovî ya MAM Felah Selah got, “Ambargoya ku hikûmeta herêmê li ser penaberên Mexmûrê sepandiye, sûc e.”

Demek beriya niha Dezgeha Mirovî ya MAM di bin navê aştî, bi hevre jiyan û pêşketinê ji bo Kampa penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) alîkarî pêşkêş kir. Derbarê wê alîkariyê û rewşa ambargoya giran ya hikûmeta herêmê li ser kampa Mexmûrê daniye serokê Dezgeha Mirovî ya MAM (MHF) ji ajansa me re axivî.

Serokê MHF’ê Felah Selah derbarê kar û xebatên saziya xwe de ragihand: “Dezgeha Mirovî ya MAM, dezgehekî ne dewletiye û bê beramber e. Her wiha ji aliyê Navenda Rêxistinên Ne Dewletî ya li bajarê Hewlêrê bi fermî hatiye naskirin. Niha jî li Bexdayê bi fermî tê naskirin û ber bi nawnetewîbûn ve diçe. Wate perçeyek ji tu sazî, partî û aliyên siyasî nîne. Xizmetguzariyên tên kirin bi dirûşma aştî, bi hevre jiyan û pêşketin tê pêşkêşkirin.”

Selah li ser alîkariyên Dezgeha Mirovî a MAM ya ji bo Mexmûrê û nirxwandina rewşa penaberan ya li kampê diyar kir: “Kampa Mexmûrê yek ji wan kampan e ku di dawiya salên notî de ji aliyê hikûmeta Iraqê bi fermî hatiye naskirin. Hejmarek ji penaberên Bakur û Rojavayê Kurdistanê di wê kampê de dijîn ku hemû sivîl in. Rewşa ku li Mexmûrê heye tevî rewşa bêkarî, hejarî, dûrbûn ji welat û penabertiyê, mixabin di wê pêvajoya dawî ketiye qonaxekî din. Bi awayekî pir bê wijdanî û zalimane çendîn ambargo li ser wê kampê tê ferzkirin.”

‘MIXABIN TU RÊXISTINEK ALÎKARIYÊ NADE KAMPA MEXMÛRÊ’

Felah Selah di mijara astengiyên ku ji kampa Mexmûrê re tên çêkirin de got: “Em dizanin ku kampa Mexmûrê di bin kontrola hikûmeta Iraqê ye, lê belê mixabin ya ku cihê fikarê ye ewe ku hikûmeta herêm bi şêwazekî ambargo daniye ser kampê da ku şêniyên kampê nekaribin debara xwe bikin û biçin Hewlêrê yan jî bajarên din ên herêma Kurdistanê. Beriya niha jî ji aliyê rêxistinên navnetewî bi tayebtî ji aliyê Netewên Yekbûyî û Saziya Hevkariya ji bo Aştiyê ya bi navê Conciliation Resources ku navenda wê li paytexta Îngilistan Londonê ye, ku li wê derê hene alîkarî didan kampê. Lê mixabin niha ji ber berjevendiyên siyasî û yan jî herêmî û hwd rêxistinên Neteweyên Yekbûyî xwe ji wê derê kişandine û niha alîkariyê nadin şêniyên sivîl ên Mexmûrê. Di heman demê de alîkariya erzaq ya ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ji bo hemû welatiyên Iraqê û kampê dihatin dayîn jî niha li ser şêniyên wargehê hatiye qutkirin û ev jî nemaye.”

 ‘DEWLETA TIRK WÊ KAMPÊ BOMBEBARAN DIKE’

Serokê Dezgeha MAM di berdewama axaftina xwe de got: “Di deh mehên bihorî de rewşa kampa Mexmûrê di aliyê tendirustî û hejarî de bi temamî ber bi xirabbûnê ve çûye. Tevî ku kampekî di wê rewşê de ye jî lê pir caran şêniyên wê yên sivîl ji aliyê dewletekî wek Tirkiyê tê bombebarankirin ku dibe sedemê şehadetan. Ji ber wê jî me wek Dezgeha Mirovî ya MAM tevî hemû astengî û zextên ku li ser dezgehê heye jî lê ya esas ji bo rêxistinekî sivîl eve ku bê cudahiya nijadî û ayînî alîkarî bide yên ku pêdiviyên wan bi alîkariyê hebe.”

Selah domdariya nirxwandinên xwe de anî zima: “Tişta ku me li kampa Mexmûrê dît, piştî wê ambargoya ku li ser kampa Mexmûrê heyî, Dezgeha Mirovî ya MAM bi kêyfxweşî karî wê ambargoyê bişkîne û hindek alîkariyên erzaq û derman bigihîne Mexmûrê. Tişta me kirî tenê erkeke ku her kesê xwedî prensîb, wijdan û bername be divê li her kû be wê yekê pêk bîne. Ji ber wê jî kampa Mexmûrê rewşeke yan jî diyardeyeke ku divê beriya her kesî rêxistinên navnetewî bera xwe bidinê, her wiha nabe ku hikûmeta Iraqê jî ji ber zextên Tirkiyê tu karekî mirovî ji bo şêniyên kampa mexmûrê neke. Tevî wan hemûyan hikûmeta herêmê herî zêde divê wisa nêzîk nebe. Eger hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam ambargoyê bêxe ser kampê, ew tenê nabe bêwijdanî belku dibe sûc; lewre ya niha li hemberî gelê sivîl yê kampê tê kirin sûce, ji ber ku gelê ku li wê derê ye çekdar nînin ber ku jin, zarok û pîr in ku li wê derê dijîn û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.”

‘DANÎNA AMBARGOYÊ LI SER WÊ KAMPÊ, TÊ WATEYA MIRINA ŞÊNIYÊN KAMPÊ’

Felah Selah bal kêşande ser metiriyên li ser kampê jî û wiha pê de çû: “Eger pêwîstiya wan bi alîkariyê jî nebe, herî kêm divê rêya wan neyê girtin ku biçine derwe û ji bo debara xwe ya jiyanî kar bikin. Belgeyên wan ên niştecihbûnê hene û di nava Iraqê de hat û çûna wan heye lê danîna ambargoyê ya li ser wê kampê tê wateya mirina şêniyên kampê ku zêdetirê 13 hezar mirov tê de dijîn. Bang li giştî rêxistinên mirovî bi taybetî rêxistinên navnetewî, hikûmeta Iraqê, hikûmet û parlementoya herêma Kuurdistanê dikim ku li beramberî wê bêedaletiya li ser kampa Mexmûrê tê kirin dengê xwe derxînin.”

‘BI HEWARA KAMPA MEXMÛRÊ BIGIHÎJIN’

Serokê Dezgeha MAM’ê Felah Selah her wiha îşare bi pêvajoyên ku wek gelê Başûr bi xwe penaber bûne kir û got: “Kampa Mexmûrê nûnertiya aliyekî siyasî nake belkû gelekî penaber ê siyasî ye. Divê ji bîr nekin ku em wek Başûrê Kurdistanê penaberê Îranê û welatên din bûne, lewre gelê ku li Mexmûrê ne zarokên wan li wê derê hatine dunyayê. Bi şêwazekî wiha nêzîkbûn dijî pirensîbên mafê mirov e, dijî ayîn, daxwazê mirovî, kurdbûn û dijî hemû ferasetên ku mirovê azadîxwaz pê bawer dike ye. Em ji gelê bi wijdan, rêxistinên navnetewî û navendî, hikûmeta herêm û parlementoyê rîca dikin ku bi hewara kampa Mexmûrê bigihîjin. Raste ku gelê herêma Kurdistanê niha ji ber şewba Korona û daketina nirxê petrolê di rewşekî ne asayî de ye lê mijara sereke ewe ku ambargo li ser gelekî wek gelê Mexmûrê heye û ew ambargo jî tê wateya mirinê. Em wek Dezgeha Mirovî ya MAM em wisa bawerin ku divê ew gel bijî, ew rêzdar in û alîkariyên me jî di çarçoveya erkekî mirovî pêkhatiye û emê alîkariyên xwe jî bidomînin.”

Selah bertek nîşanê tohmetên Serokê Eniya Tirkmanî ya Iraqê Erşed Salêhî ya li beramberî Dezgeha Mirovî ya MAM nîşan da û diyar kir: “Tu yê bêjî kes nizane ka çi ji bo kampa penaberan a Mexmûrê hatiye şandin. Me sê roj beriya niha alîkariya erzaq ya weke kampa Mexmûrê ji Dûz Xurmatû re şandiye, eger me ew nekiriba vê demê wê di wateyekî de axaftinên Erşed Salêhî rast bûya. Dûz ku bajarekî ji gelên wek Kurd, Ereb û Tirkman pêkhatiye û valiyê Dûz bi xwe alîkariya me kir ku bi xwe jî Tirkmane. Me li wê derê erzaq li ser Kurd, Ereb û Tirkmenan bilavkir, çima li ser wê tiştek negot? Heta li ser wê jî naaxife ku beriya niha bi 20 rojan me li Kerkûkê bi rêya îdareya bajêr bi armanca alîkarî dayîna beşa tendirustiyê, mezintirîn navendek ya tendirustiyê vekir da ku bikarin pêdiviyên xwe parastinê pêşkêşî Kerkûkê bikin. Ya Erşed Salêhî îşare pê dike rewa ji rastiya siyasî û civakiya Tirkman e û pala xwe dide mijarên din.”

‘DIVÊ ERŞED WERE DARIZANDIN’

Felah Selah di dawiya axaftinên xwe de dubare bal kêşande ser sivîlbûna şêniyên kampa Mexmûrê û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ez dubare dikim ku kampa Mexmûrê kampekî sivîl e û ya Dezgeha Mirovî a MAM kirî jî gihandina alîkariyên mirovî bûye ku nava rojê ji xalên kontrolê yên Iraqê re derbas bûne û bi agahiya hikumeta Iraqê bi rengekî eşkere gihîştiye kampa Mexmûrê. Ji ber wê jî ya Erşed Salêhî dike ne tenê berevajî kirina mijara mirovî ye gelek kesên wisa hene, divê hikûmeta Iraqê li ser wê mijarê biaxife, kesekî ku nêrandin û hizrekî wiha li beramber jiyanê hebe û li Iraqê endamê desteya mafê mirovan be, divê derheqê wî de lêpirsîn vere kirin û bê darizandin.”

Dezgeha xêrxwazî ya MAM (MHF) roja 22’ê Nîsanê karwanekî alîkarî ya erzaq û derman şadibû kampa penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku zêdetirî 10 mehin ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve ambargoyekî giran li ser hatiye ferzkirin.

Di heman demê beriya niha jî ev dezgehe di pêvajoya êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser bajarên Serêkanî û Girê Sipî ya Rojavayê Kurdistanê ji bo şêniyên wan bajaran ku ji ber wê êrîşa dagirkeriyê bi neçarî penaber bûbûn alîkarî şandibû.