Serokê Şaxa Genel Îş a Mêrdînê û malbata wî hatin destgîrkirin

Serokê Şaxa Genel Îş a Mêrdînê Rahmî Guneş û malbata wî hatin destgîrkirin

Bi ser mala Serokê Şaxa Genel Îş a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ê Mêrdînê Rahmî Guneş û malbata wî de hate girtin. Di serdegirtinê de Rahmî Guneş, hevjîna wî Şukran Guneş, birayê wî Alî Guneş, zarokên Alî Guneş ên bi navên Dilbirîn û Îsmaîl Guneş hatin destgîrkirin. Hat diyarkirin ku Guneş û malbata wî bi îdiaya “alîkarî dane rêxistinê” tên sûcdarkirin.

Malbata Guneş birin Qereqola Jendirmeyan a Pinardereyê.

WÊ CIWANAN BIBIN AMEDÊ

Ciwanên bi navên Ramazan, Agît û Heja (xwişk û bira ne), Hêvîdar û Bêrîvan Taş (xwişkên hev in) Firat Akar û Rojhat Aktaş di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li navçeya Artukluyê hatibûn destgîrkirin. Hate diyarkirin wê ciwanan bibin Amedê.