Serketina li Amedê diyarî Kişanak û Anli hate kirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Hulya Alokmen Ûyanik û Selçûk Mizrakli peyameke spasiyê weşandin û gotin, "Em vê serketina gelê Amedê diyarî Gultan Kişanak, Firat Anli û hevşaredarên ku mafê wan ê hilbijartinê hatiye desteserkirin dikin."

Namzetên HDP'ê Adnan Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Ûyanik ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de bi ser ketin spasiya gelê Amedê kirin.

Hevşaredaran diyar kirin, li dijî astengî, zext û desgîrkirinê gelê Amedê bi têkoşîneke demokratîk şaredarî jinûve bi dest xistiye û gotin, "Em vê serketina gelê Amedê diyarî Gultan Kişanak, Firat Anli, hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê yên mafê wan ê hilbijartinê hatine desteserkirin dikin. Ev serketin serketina Amedê ye. Serketina me hemûyan e. Em spasiya gelê xwe dikin ku ji bo vê serketinê piştgirî da me."