Serkeftina Garê li Mexmûrê hate pîrozkirin

Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengiya tevgerên ciwanan, ji bo serkeftina Gareyê çalakiyek a pîrozbahiyê hate lidarxistin.

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûr (TJCM), ji bo sekeftina gêrîlayan a li Gareyê çalakiyek a pîrozbahiyê lidar xistin.

Çalakî li gorî seata herêmê di seat 19:00’an de li Saziya Ciwanan, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Gareyê û tevahiya şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Di destpêka çalakiyê de li ser navê tevgerên ciwanan Kajîn Ozek axivî û diyar kir ku sedemê kombûna wan a li vir pîrozkirina serkeftina gêrîla û binkeftina dijmin a li Gareyê ye û wiha got: “Li Garê berxwedanek bê hempa hate kirin. Dîsa weke her carê yên ku ji wir qewitîn dîsa dijmin bû, ji ber vê yekê serkeftina Garêy bû dîrok û hertim wê weke cejnekê bê pîroz kirin. Em hemû hevalên xwe yên li wir ên li dijî hemû êrîşan li ber xwe dayîn silav dikin û hemû hevalên ku di oxira parastina Gareyê de şehîd bûyîn birêzdarî bibîr tînin.”

Piştî axaftinan Koma Wexfa Jinên Mexmûrê hatin li ser dikê û çend stran pêşkêş kirin.

Ciwanê bi navê Firat Urek li ser pîrozbahiya serkeftina Garê axivî û diyar kir gelek caran gêrîlayên azadiya Kurdistanê serkeftinên wisa mezin pêk anîne û wiha dom kir: “Ez weke ciwanek ê wargehê serkeftina gêrîllayên azadiya Kurdistanê pîroz dikin. Gêrîlayên têkoşîna azadiyê li Zap û Heftanînê jî weke Garê serkeftin bi dest xistin. Hertim serkêşên faşîst ên Sûleyman Soylû û Dewlet Bahçelî gotina dikin ku bi xwe ji gotinên xwe bawer nakin. Ew çiqas bêjin jî bila bêjin serkeftina gêrîlayan a li Garê hemû gotinên wan vala derxistin ku nikarin tiştekê bikin. Bila qet dewleta Tirk ji xwe re neke xeyal ku bikaribe Zap, Heftanîn, Garê, Rojava, Mexmûr û Şengalê dagir bike. Serkeftina Garê serkeftina hemû gelê Kurd e.”

Bedran Yuruk jî axivî û got: “Dewleta faşîst li her alî êrîşî nirxên me dike, vê dawiyê di 22’emîn salvegera Komployê de xwest êrîşî çiyayên Kurdistanê bide pêkanîn û komployê bi encam bike, lê bi berxwedana gêrîlayên azadiyê yên zarokên vî welatî ne gehiştin 15’ê Sibatê temam bikin û paşde reviyan. Niha nikarin weke berê bêjin me li çiyayan ew teng kiriye, hemû ker û lal bûne. Gêrîlayên azadiya Kurdistanê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ji bo mirovahiyê li hemberî hemû dijminê mirovahiyê şer dikin. Em weke ciwanên Mexmûrê hemû gêrîlayan silav dikin, gelê Kurd hemû silav dikin, berxwedaniya wan pîroz dikin, Bijî Serok Apo, şehîd namirin.”

Şêniyê bi navê Casim Pîranî bal kişand ser serketina gerîla ya li Garê û got: “Serkeftina Garê hemû kar û pîlanên dijmin vala derxist û hemû kesên ku li pey wan diçin hemû li erdê xist. Em ti caran li ber AKP-MHP û hevkarên wan serê xwe nadanîn ku em canê xwe jî bidin û em ê yek bi yek wê dersa ku gêrîlayan li Gareyê nîşan dayî bidin wan. Ew qet nikarin bi me, ew qet nikarin gêrîlayên li serê çiyan nikarên xwendekarên Apoyî, bes e êdî xwe ne xapînin. Tevgera Apoyî tevgerekî xwedî îdeolojî û fedayî ye, tevgerî ku bi dil û can bi gelê xwe re ye. Em şehîdên li Garê bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin û gêrîlayên ku li Gareyê serkeftin bi dest xistîn bi dil û can silav dikin. Serkeftin hertim ya me ye.”

Pîrozbahî bi girtina dîlanê û bezkirina dirûşmeyên ji bo silavkirina berxwadana Gareyê bi dawî bû.