Serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' 110 roj in dewam dike

Dewleta Îranê bi her rêbazê hewl dide serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' bitepisîne, lê serhildan bênavber dewam dike. Li gorî parêzvanên mafên mirovan, ji 16’ê Îlonê û vir ve herî kêm 516 kes hatine qetilkirin.

Piştî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlonê de li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve, ji dîroka şoreşa Komara Îslamî ya Îranê û vir ve tevgereke gel a bê mînak tê meşandin.

Serhildana gel kete roja xwe ya 110’an. Bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan berdewam dikin.

Ji bo Şemal Xedirî Pûr ê di xwepêşandanên li Mahabadê de hat qetilkirin, di 40 rojiya mirina xwe de roja Duşemê bi beşdariya bi dehan kesî merasîmek bibîranîn hat lidarxistin. Di bîranînê de ji bo gelê Ciwanro yê di bin dorpêça dewletê de ne, dirûşmeyên piştgiriyê hatin berzkirin.

Ji bo tepeserkirina berteka gel li kolanên Ciwanroyê hêzên nû hatin bicihkirin.

Bîranînek din li bajarê Miyandwa hate lidarxistin. Mehran Şikarî ku di Mijdara 2022’an de li bajarê Kerecê ji aliyê hêzên Îranê ve hat qetilkirin, roja Duşemê li ser gora xwe ya li Miyandwa hate bibîranîn.

Çalakiyên bîranînê vê Sêşemê jî li gelek bajaran tên plankirin.

Li gorî Çalakvanên Mafên Mirovan HRANA, di navbera 16'ê Îlonê û 2'ê Çileyê de herî kêm 516 kes ku 70 ji wan temenê wan di bin 18 saliyê de bûn hatine qetilkirin û 19 hezar û 204 kes jî hatine destgîrkirin.

Li gorî HRANA, xwepêşandan li 161 bajaran belav bûne. Çavkaniyên din ên opozîsyona Îranê diyar dikin ku bîlanço gelekî girantir e. Li gorî hin kesan herî kêm 750 kes hatine qetilkirin. Li ser malperekê nasnameya 601 kesan eşkere bû.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) diyar kir ku heta 27’ê Kanûnê herî kêm 476 çalakvan ku 64 ji wan zarok û 34 jin in hatine qetilkirin û 100 çalakvan jî di bin metirsiya darvekirinê de ne.