Serek gur Erdogan - ÇAVDÊRÎ

Kamil Atak dema dibîje li Tirkiyeyê em di xizmeta Tayyip Erdogan de ne li Başûr di ya Mesûd Barzanî de ne, sedema vê têkiliyên PDK´ê bi dijminê Kurdan Tayyip re ye.

Tayyip Erdogan, hewl dide bibe serok milîsê Tirkan. Wextekê Enver Paşa xwestibû serok milîsiyê (başbux) bike, lê aqûbeta wî ne baş bû. Lê hewasa wî ya serok milîsiyê bi dawî nebû. Alparslan Turkeş salên 1960’î xwe weke serok milîs Başbux ragihand. Dema Turkeş mir, serok milîsî ji Devlet Bahçelî re ma. Dema kesek bibe serok milîsê Tirkan, helbet ew ê bibe dijminê Kurdan. Ji ber ku heta ku Kurdan li Tirkiyeyê qirr nekin, nikarin çavên xwe bera derve bidin. Ji ber vê yekê armanca êrişên wî kesê bibe başbux her Kurd in; armanc qirkirina Kurdan e. Niha jî Tayyip Erdogan zend û bend vemalîna li başbuxiyê. Ya rastî, beriya Tayyip Erdogan,  Fethullah Gulen dabû ser wê rêyê ku bibe başbux. Her roj dixwest mala Kurdan bi ser serê wan de bê hedimandin. Ya rastî li Erzromê pêşî dijminatiya komunîzmê û paşê ya Kurdan bi pêş ket, di vê de para Fethullah Gulen heye. Dema Fethullah Gulen li hemberî Tayyip Erdogan şikest, Erdogan hîna nû bû talibê başbuxiyê. Nîşana başbuxê nû ew e ku navê rabîa lê dike, ango yek milet, yek dewlet, yek welat û yek ala ye. Di nava van de ya rastî yek ziman û yek dîn jî heye. Senteza Tirk-Îslam ziman û dînên cihê jî qebûl nake.

Başbuxê nû dibêje, xêbetvaniya me ya nû ya esas wê li Melazgirê were danîn. Başbuxê salên 1970’yî Turkeş û MHP´ê jî digot, xêbetvaniya wan a esas li Melazgirê ye. Wan Melazgir mîna biryargeha ku lê wê qirrkirina Kurdan bê birêvebirin, didît. Ji bo Alparslan Turkeş û MHP´ê sembola qirrkirina Kurdan Melazgir bû. Niha Tayyip Erdogan ji nû ve dixwaze vê sembolê zindî bike. Ya tê fêmkirin ew e ku di demeke nêz de wê ji nû ve dest bi sefera ji nû ve dagirkirina Kurdistanê bikin, bi dengêniyeke mezin û marşa mehter. Helbet ew ê rahêje tevahiya bêeslan û Hulusî karektera wî xerabe. Bê guman ew ê koma temamê xayînên Kurd jî bi xwe re bibe. Belkî sercerdevan Kamîl Atak ê ku digot, li Tirkiyeyê em di xizmeta Tayyip Erdogan de ne û li Başûr jî di xizmeta Barzanî de me, jî li Melazgirê be.Li Melazgira ku HDP´ê ji sedî 60-70 deng wergirtî, ew ê mîna sembola yek miletbûnê bê nîşandan. Helbet başbuxê nû ango serek gur wê destê xwe rake û bibêje, yek, yek, yek, yek. Lewma faşîst ji bilî reşê bi rengekî din û ji bilî yekê bi hejmareke din nizanin.

Dema Tirk hatin Melazgirê, ji ber ku bi eşîrên Kurd re dost bûn di şer de bi ser ketin. Heger eşîrên Kurdan destek nedaya Alparslan û artêşa wî, sala 1071´ê ew ê di muharebeyê de bi ser neketana; deriyê Anatolê wê li wan venebûya. Jixwe, ji ber ku Tirkên derbasî Anatolê bûyîn bi vê rastiyê dizanîn û ji ber vê jî dostaniya bi Kurdan re ji xwe re esas girtin. Ji ber ku dema dijminatiya Kurdan bikirana ne mumkin bû ne bikevine Anatolê û ne jî lê bimînin. Haya Tayyip Erdogan ji vê dîrokê nîne û li defa mehterê dide. Ew ê biçe, li Melazgirê dijminatiya Kurdan ragihîne. Lê belê divê bi vê rastiyê bê zanîn, kesên dijminatiya Kurdan dikin, nikarin li Anatolê jî bimînin. Kesên dijminatiya Kurdan dikin, ew in ku wî şaxê sala 1071´ê li ser bûn bi destê xwe dibirrin. Heger li dijî Kurdan şer bi vî rengî bimeşînin, Kurd ê ku heta îro qirra wî nehat anîn, wê di vî şerî de neşike. Yên ku paşê hatin, wê li hemberî wan ên ku şax berdane bişikin. Başbux Tayyip ê ku dixwaze xêbetvaniya xwe li Melazgirê deyne jî bivênevê wê têk biçe. Ew berûya Kurdan a ku şaxên xwe berdane, bi dengênî û fortên Tayyip Erdogan ji cihê xwe nabe.

Bêguman, beriya her kesî Kurdên Melazgir û Muşê wê destûrê nedin ku Melazgirê veguherînin sembola qirrkirina Kurdan. Ew erd qedîm ên Kurdan in. Bêguman ev cografya welatê Ermeniyan jî bû. Hêzên qirrker di şert û mercên Şerê Cihanê yê Yekemîn de Ermenî qirr kirin. Tayyip Erdogan jî weke Enverê duyem daye ber xwe ku di şert û mercên Şerê Cihanê yê Sêyemîn de ku îro dewam dike, Kurdan qirr bike.

Lê belê Kurd wê destûrê nedin vê yekê. Êdî rûyê wî yê rastî bi her kesî xuya ye. Xisleta dijminê Kurdan û qirrker a Tayyip Erdogan neneximandî derketiye holê. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kir ku Erdogan maskeyê li ber rûyê deyne. Êdî ti derfeta xapandina Kurdan nemaye. Ji ber vê yekê, wî rûyê xwe yê dijminê Kurdan nîşan daye, bi tifaqa bi temamê dijminê Kurdan re dest bi şerê temamkirina qirrkirina Kurdan kiriye. Beriya bi mehekê, Dogu Perinçek ê dijminê Kurdan çûbû sefera Melazgirê. Kurdan ev rastî dîtiye. ji ber vê yekê, ji niha û pê ve ew ê li dijî Tayyip Erdogan bibe xwedî helwest. Bi tenê çend hevkarên mîna Kamil Atak hezkerên Tayyip in, wê bidin dûv Tayyip Erdogan û li xêbetvaniya wî rûnin.

Tevahiya Kurdan, siyasetvan, rewşenbîr, nivîskar, ciwan, jinên Kurd divê serê xwe biêşînin li ser gotinên Erdogan ên weke “Melazgir ji niha û pê ve wê bibe ew cihê em biryargehê lê deynin”. Divê Kurd hemû li maneya vê gotina Tayyip Erdogan serwext bibin. Ne tenê Kurdên Bakurê Kurdistanê, di serî de Başurê Kurdistanê, divê vê yekê bi Kurdên li parçeyên din jî bidin fêmkirin. Bêguman, Kurdên Bakur û Rojava xisleta Tayyip Erdogan a dijminê Kurd baş fêm kiriye. Lê belê, di vê meseleyê de Başûrê Kurdistanê hîna di nava xeletî û xefleteke mezin de ye. PDK ser vê siyaseta Tayyip Erdogan a dijminê Kurd û qirrker digire û bi vê kirina xwe zerareke mezin dide tevahiya Kurdan. Yek ji nuqteyên herî sereke ku PDK wê di dîroka Kurdan de pê bête darizandin jî têkiliyên wê yên bi dijminê Kurdan Tayyip Erdogan in. Bi van têkiliyan zerar kirina li têkoşîna rizgariyê ya Bakurê Kurdistanê ye. Jixwe Kamil Atak dema dibîje li Tirkiyeyê em di xizmeta Tayyip Erdogan de ne li Başûr di ya Mesûd Barzanî de ne, sedema vê têkiliyên PDK´ê bi dijminê Kurdan Tayyip re ye. Ka PDK bi dewreke çiqasî neerênî li Bakurê Kurdistanê radibe, em dikarin di nava van gotinên Kamil Atak de bibînin.

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA