'Serdana Sûdanî ya li Tirkiyeyê wê bandorê li gelê Iraqê neke'

Hevserokê PADÊ Hisên Hecî diyar kir ku serdana Sûdanî ya li Tirkiyeyê wê ti bandorê li ser gelê Iraqê neke, ji ber ku ji sedî 75’ê xelkê Iraqê li dijî hebûna dewleta Tirk a li Iraqê ye.

Di 21'ê Adarê de Serokwezîrê Iraqê ji aliyê Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû vexwendin ku li ser mijara ava Dîcle hinek nîqaş bikin, lê hate diyar kirin ku mijara herî dawî bû ava Dîcle.

Hevserokê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî di derbarê serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîyah El-Sûdanî ya Tirkiyeyê û hevdîtina wî ya bi Erdogan re, ji ANF'ê re axivî.

Hisên Hecî diyar kir ku Sûdanî li ser esasê hinek protokol û tifaqan serdana Tirkiye kir ku pirsgirêkên ava Iraqê çareser bikin û wiha got: “Ji xwe ew ava ku ji Tirkiye tê ew para Iraqê ye, lê Tirkiye bi şert û merc ji Iraqê re berdide. Erdogan û Sûdanî di hevdîtina xwe de gihan tifaqekê ku mehekê ava Dîcle ji Iraqê re berde. Lê Iraq jî wê li şûna avê, Petrolê bide Tirkiyeyê. Di heman hevdîtinê de li ser ewlekariyê jî li hevkirin. Gelo wê ev ewlekarî di berjewendiya kê debe yan jî wê çi bi xwere bîne, em dizanin  ku dewleta Tirk naxwaze Iraq û gelê wê di nava aramiyekê de jiyan bikin. Wê çawa bi Sûdanî re tifaqeke ewlekarî bike, çarçoveya wê jî ew bû ku hêzên azadîxwaz di serî de gerîla û YBŞ'ê weke terorîst li ser axa Iraqê bi nav bike û bi dewleta Tirk re bibin alîkar ku êrîşên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê zêde bike.”

‘36 BAREGEHÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI SER XAKA IRAQÊ HENE’

Hisên Hecî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Sûdanî ji Erdogan re negot ku rojane hûn axa Iraqê dagir dikin û bi dehan êrîşan pêk tînin û di encama wan êrîşan de em berdêlan didin. Her kes dizane ku ev demek kine dewleta Iraqê bi serkêşiya Mihemed Şîya El-Sûdanî jinûve hatiye saz kirin, her kesê ew hêvî dikir ku dewleta heyî ji bin bandora dewletên cîran derkeve. Lê di rastiyê de hate xuyakirin ku dewleta Iraqê çawa di bin bandora dewletên cîran deye û bi taybet di çûna Sûdanî ya Tirkiyê de weke avekê zelal bû ku dewleta Iraqê nikare serweriya xaka xwe bike û biparêze. Ji xwe di serdema Kazimî de gelek pirsgirêkên Iraqê bi dewletan re derketibûn. Niha Sûdanî dixwaze wan pirsgirêkan çaraser bike, da karibe careke din Iraq li ser piyan bimîne. Lê ew ê di dawiyê de mîna Kazimî li Sûdanî jî were.”

‘TIRKIYE DI WARÊ SIYASÎ JÎ DE LI BIN KET’

Hecî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya Erdogan xwest ku destwerdanê li tevahiya dewletên ku berê Osmaniyan bi rêve dibir bike û wiha pêde çû: “Leşkerên xwe di gelek welatan de mîna çeteyan birin şer. Ji Iraq, Sûrî û Lîbya bigere heta bi Azerbaycanê vê yekê hişt ku Erdogan di siyaseta xwe de li bin bikeve. Ji ber vê yekê jî û bi hatina hilbijartinên Serokkomariyê dixwaze carek din dest bi hevdîtinan bike û elaqatê xwe xurtir bike ku karibe kursiya xwe û serokkomariya xwe ji dest nede. Niha di nava gelek welatan de pirsgirêk derketine ku tê xuyakirin wê şerek rû bide."

Hevserokê Partiya Azadî û Demokratiya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî herî dawî ev tişt got: “Ez di wê baweriyê de me ku serdana Sûdanî ya li Tirkiyê ti bandora xwe li ser gelê Iraqê nake ji ber ku gelê Iraqê ji sedî 75, li dijî dewleta Tirk in û naxwazin li ser axa Iraqê bin jî. Lê hinek alî jî hene ku xwe weke beşek ji dewleta Tirk dibînin û ji ber wan axa Iraqê hatiye dagirkirin.”