Serdana şîna gerîla HPG’ê şehîd Serhed kirin

Şîna gerîlayê HPG’ê Abdurrahman Yaşa ku di sala 2018’an de şehîd bûbû didome. Bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê serdana Şîna Yaşa hate kirin.

Di 11’ê Tebaxa sala 2018’an di êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê de gerîlayên HPG’ê Îslam Ozdemîr (Agir Umut Jîrkî), Dogan Yuzguleç (Xeyrî Azad) û Osman Kiliç (Egîd Zaza) û Abdurrahman Yaşa (Serhed Partîzan) şehîd bûbûn. Şîna ji bo Yaşa hatiye danîn di roja duyemîn de didome. Piştî ragihandina nasnameya Yaşa, malbata wî li Mala Şînê ya Sîmokînê ya li navçeya Rezan a Amedê şîn danî. Nûner û endamên saziyan jî di nav de gelek kes çûn serdana şînê.

Îro jî nûnerên komele û rêxistinên civaka sivîl û namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin a Amedê, Rezan û Hezroyê, hevserok û rêveberên DBP’ê yên navçeyan bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê çûn serdana şînê.

Di serdana şînê de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de şehîd bûne, deqeyek rêz hate girtin.