Serawî yê YNK'î bal kişand ser hevkariya 'MÎT-PDK'ê

Ji rêveberiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Eta Serawî diyar kir, îstîxbarata Tirk MÎT li Zînî Wertê tevî hêzeke PDK'ê qadên gerîla dişopîne. Serawî di vê der barê de dîmenek jî parve kir.

Eta Serawî yê YNK'î ji RojNewsê re axivî û bal kişand ser têkiliyên navbera PDK û MÎT'ê.

'LI DIJÎ PKK Û YNK'Ê BIRYARA ŞER DANE, LÊ BELÊ...'

Serawî diyar kir ku PDK ji bo şerê YNK û PKK'ê bike çûye Zînî Wertê û got, "Wan li dijî me û PKK'ê biryara şer dane. Lê belê me û PKK'ê hinceta wan pûç kir. Hevserokatiya me û xwişk û birayên me yên PKK'î nehiştin ku plana PDK û MÎT a Tirk bi ser bikeve."

BI ROJÊ DIŞOPÎNIN, BI ŞEVÊ BOMBEYAN DIBARÎNIN

Serawî got, "Fermandariya hêzên Helgûrt ên PDK'ê bi roj dide pêşiya tîmeke MÎT a Tirk û qadên gerîlayên PKK'ê dişopîne. Bi şev jî balafirên şer ên Tirkiyeyê bombeyan dibarînin."

Serawî ji bo vê îdîaya xwe jî dîmenek weşand. Li gorî Serawî, ev dîmen li gundekî li herêma Wertê hatiye kişandin. Serawî diyar dike ku du wesayitên spî yên di dîmen de xuya dikin ên MÎT a Tirk in û ev wesayit rojek beriya êrişa hewayî ya dewleta Tirk a 15'ê Nîsanê li Zînî Wertê hatine dîtin.