BI DÎMEN

Şer berdewam e: 10 çete bi saxî hatin girtin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ber bi Bendava Tebqa ve dimeşe, şevê dî şer çêbû û 10 endamên çete yên DAIŞ’ê bi saxî hatin girtin.

Pêngava Tebqa ya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dayî destpêkirin di roja 5’an de didome.

Şervanên QSD’ê şevê dî bêhtir nêzî Bendava Tebqa bû ku li hêla dî ya çemê Firatê ye. Li gorî agahiyan şevê dî şerekî giran di navbera şervanan û çeteyan de rû da. Hate diyarkirin ku gelek çete hatin kuştin.

Diyar bû ku 10 endamên çeteyên DAIŞ’ê bi saxî ketine destê şervanên QSD’ê.

Di nav çarçoweya pêngavê de duh jî 8 gund û gelek mezrik ji hêla şervanan ve ji çeteyan hatin paqijkirin û azadkirin.

Şervan ber bi bajarê Tebqa û Bendava Tebqa ve diçin, li başûr û bakurê bendavê car caran şer diqewimin.