Şêniyên Reqayê: Em ji nû ve pê hesiyan ku em mirov in

Şêniyên Reqayê yên hatin azadkirin gotin, bi nêzîkatiyên şervanên QSD'ê re ji nû ve hatiye bîra wan ku ew mirov in.

Li eniya rojava ya Reqayê, piştî ku herêma ji aliyê şervanên QSD'ê ve hat rizgarkirin, gel li cih û warên xwe vedigere.

Şêniyên Reqayê bi kêfxweşiyeke mezin ketin ser rêya vegerê û li ser rêya vegerê ji ANF'ê re axivîn.

HELÎM: JIYAN LI ME KIRIBÛN ZÎNDAN, EM NIHA AZAD IN

Ehmed El Helîm: Di sala 2011'an de ji ber daxwaza xwe ya wekhevî, azadî û guhertinê em rabûn ser piyan. Lê belê piştî demeke kurt her tişt berevajî bû. Komên çete El Nûsra, Ehrar El Şam, DAIŞ hwd. daxwazen aştiyane û masûmane yên gelên Sûriyeyê terorîze kirin.

Bajarê Reqa di destpêkê de ji aliyê komên çete El Nûsra û Ehrar El Şam ve, piştre ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin.

Çeteyên DAIŞ'ê 2 sal bûn ku gundê me dagir kiribûn. Her tişt li me qedexe kirin, em nikarîbûn derkevin derveyî mala xwe. Jiyan li me kiribûn zîndan. Şukur ji Xwedê re em êdî azad in. Em spasiya hêzên QSD'ê dikin.

EL ŞÊX: JI NÛ VE BÊHN HAT BER ME

Zahîda El Şêx: Jinan di nava zalîmtiya çeteyên DAIŞ'ê gelekî êş kişandin. Me êdî civakîbûna xwe ji bîr kir. Piştî ku şervanên QSD'ê gundên me û em ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar kirin, em gelekî kêfxweş bûn ku gotin nikare vê kêfxweşiyê vebêje.

Bi destê DAIŞ'ê bi rastî jî gelekî îşkence li me hat kirin. Gelek mirov hatin kuştin. Niha ji nû ve bêhn hatiye ber me. Ji ber fedakariya ku şervanên QSD'ê ji bo me nîşan dane, em spasiya wan dikin.

Em ji nû ve hatin dinyayê. Li pêşberî nêzîkatiyên şervanên YPG/YPJ û QSD'ê ku DAIŞ'ê timî ew reş dikir, em matmayî man. Bi rastî jî em ji nû ve ji mirovbûna xwe hesiyan.