Selîm Sadak hate berdan

Parlementerê berê yê DEP’ê Selîm Sadak ê duh li Amedê hatibû destgîrkirin hate berdan.

Piştî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP’ê hemwext li 28 bajaran dest bi operasyonê qirkirina siyasî hatibû kirin. Polîsan avêtibû ser mala Parlementerê DEP’ê û endamê Desteya Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selîm Sadak a li Amedê.

Sadik ê li derveyî bajar bû, dema ku vegeriya ji bo agahiyê li ser lêpirsîna di derbarê xwe ya li Amedê de berê xwe dabû Edliyeya Amedê.

Sadik ê dema ketina edliyeyê, nasnameya wî hate kontrolkirin hate destgîrkirin, biribû Şaxa TEM’ê ya Midûryeta Emniytê ya bajar. Sadak ê rojekê destgîrkirî mabû, piştî karûbarên derbarê wî sewqî edliyeyê kirin.

Ê hate zanîn ku Sadak ji ber lêpirsîneke berê ku di derbarê wî de hatiye amadekirin îfade daye dozgeriyê piştî ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ve biryara ‘qedexeya derneketina derveyî welat’ hate dayîn û şûnde hate berdan.

Piştî Sadak hate berdan û şûnde Hevserokên KCD’ê Leyla Guven û Bedran Ozturk çûn serdana wî.