Sêgoşeya Licê-Hênê-Karazê hate bombekirin
Helîkopterên hêzên Tirk ên dagirker bombe li sêgoşeya navçeyên Licê, Hênê û Karaz ên Amedê barandin.
Helîkopterên hêzên Tirk ên dagirker bombe li sêgoşeya navçeyên Licê, Hênê û Karaz ên Amedê barandin.
Li gundên Dûrûkoy û Darlan û gundikên Dahlik, Alîkahya, Hacimûsabey û Kûtlamiş ên Licê û gundên Serenkoy û Ûzûnkoy û gundikê Gurbûlak ên navçeya Hênê şeva Pêncşemê derketina derve hate qedexekirin.
Piştî vê qedexeyê, helîkopterên hêzên Tirk ên dagirker bombe li hin herêmên navbera navçeyên Licê, Hênê û Karazê barandin.
Li gorî agahiyan, helîkopteran bombe li gundê Hûrê yê Hênê, gundê Zerê û gundikê Bateytê yên Licê barandin. Bomberdûmanê heta ber destê sibehê dewam kir. Bi ragihandina "qedexeya derketina derve" re liv û tevgera balafir û helîkopteran jî danê sibehê zêde bû.