'Sedema têkçûna aboriyê polîtîkayên AKP’ê ne'

Welatiyên Amedê diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên AKP'ê ye û dan zanîn ku ev yek bandoreke giran li civakê dike, mirov bi nanoziko dixebite û nikarin kîrayên xwe bidin.

Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê, piştî krîza aboriyê ya sala 2008'an gihîşt asta herî jor. Li gorî rapora Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ku di meha Sibatê de eşkere kir, rêjeya bêkariyê ji sedî 13.4 e. Li gorî daneyên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) rêjeya bêkariyê ji sedî 21 e. Weqayên întîharê yên ji ber bêkarî û bêdebariyê çêbûn jî vê tabloyê radixin ber çavan.

‘ZÊDETIRÎ ÇAR SALIN BÊKARIM’

Welatiyên Amedê ji krîza aborî bi gazincin û gazincên xwe ji kamereyên ANF’ê re vegotin. Ciwanê bêkar ê bi navê  Omer Guntay (25) anî ziman ku ev nêzî 4 sale bêkare û wiha axivî: “Ez jî weke her ciwanekê ji vê rewşa krîza aboriyê bi fikarim. Tevahiya ciwanan bêkarin û bêkarî di asta herî jor de ye. Dîsan kesên kar jî dikin bi şêwazekê ji kar tên derxistin. Divê ciwanên di temenê me de herî kêm divê îro xwedî kar bûya û zewicandî bûya. Ji ber krîza aboriyê ti ciwan nikarin bikevin dibin barê zewacê. Her roja diçe zem li ser zem tê û zêde dibe. Zêr û dolar her roja diçe bilind dibe û bêkarî jî zêde dibe. Ciwan hatine wê astê ku êdî ji jiyanê ti bendewariyên wan nemane. Ev zêdetirî çar sal e ez bêkarim û ti karî nabînim. Ji bo kar her roj ez derdikevim lê mixabin di dawiya rojê de dest vale vedigerim malê. Ma îro karekî min heba ez ê li vir rûniştîbam. Rayedarên dewletê her roj daxuyaniyan didin û dibêjin aboriya me mezin bûye, kanî aborî mezin bûye? Çima em vê mezinbûna aboriyê nabînin. Dîsan walatiya Amedê dibêje, ‘Kar heye, lê ciwanên Amedê kar naecibînin’. Deka were li halê me binêre û piştre wiha bibêje.”

‘HIKÛMET BERÊ XELKÊ DIDE KREDIYAN’

Guntay destnîşan kir ku li herêmê kesên ku kar dikin jî dibin askeriyê de pere distînin û got: “Li herêma me xelkê me dibin şertên herî xirab de kar dikin. Ew jî dema kar hebe, bi pereyek herî kêm dixebitin û nikarin debariya mala xwe jî bikin. Ti nirxê ciwanan li gel vê hikûmetê tineye. Hikûmet di her alî de teng bûye û nikare welat birêvebibe. Welatî bêkarin û nikarin debara jiyana xwe bikin, hikûmet bêrê wan dide krêdiyan. Kesê krêdî jî kaş bike dibin deynan de dimîne û nikare wan deynan bide. Weke ciwanekê ti bendewariya min ji vê hikûmetê tineye.”

‘SEDEMA SEREKE YA KRÎZÊ AKP YE’

Ciwanê bi navê Şoreş Tekîn (30) ê ku berî  sê salan ji Zanîngeha Dîcle beşa Fîzikê mewzûn bû û niha bêkare, da zanîn ku weke hemû xwendekarên mewzûnbûyî ew jî bêkar û wiha pê de çû: “Ez ji Zanîngeha Dîcleyê beşa Fîzikê mewzûn bûm û ev sê sale jî ez bêkarim. Ji bo ku bikarim debariya xwe bikim berî salekê min li kafeyekê dest bikar kir. Lê ji ber girtina kafeyan û bêtekbiriyên dewletê dîsan ez bêkar mam û niha di valehiyê de me. Ez mewzûnê Zanîngehê me lê ji bo bikarim debariya xwe bikim di kafeyê de dixebitim.  

Krîzek gelek kûr li welat heye, her roj rayedarên dewletê derdikevin li ser televziyonan dibêjin, ‘krîz tineye û welatî kar naecibînin’. Kesên ku dibêjin kriz tineye, bila ji kerema xwe re werin herêmê û li rewşa gel binêrin. Kanî kar li kûderê heye? Çima ez kar nabînim? Vê hikûmetê aboriya welat têk biriye û heta ev hikûmet li ser desthilatê be wê aboriya vî welatî sererast nebe. Çima aborî têk çûye? Gelek xalên wê yên girîng hene. Bi salane bi polîtîkayên şer siyasetê dikin û hemû lêçûna welat bi şer diçe. Ez dikarim bibêjim sereke xala girîng ya aboriyê şerê AKP’ê yê li ser xaka Kurdistanê ye. Xala duyemîn dewlet nikare welat birêve bibe. Mirov dikare vê mijarê bi xelek xalan rêz bike. Lê ya herî girîng jî pirsgirêka Kurde û şerê AKP’ê yê li dijî Kurdane. Eger pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê were çareserkirin teqez wê aboriya Tirkiyeyê pir baş bibe. Lê eger ev pirsgirêk çareser nebe wê ev kriz jî bidome û hîn kûrtir bibe.  Ji ber krîzê hema bibêje her roj ciwanek jiyana xwe ji dest dide û dawî li jiyana xwe tîne. Li Tirkiyeyê ne tênê aborî têkçûye di her alî de sîstem têkçûye. Di aliyê tenduristî, perwerde, çandî û hunerî sîstem têkçûye. Ji ber van têkçûna her ku diçe welat paşde diçe û ti pêşketina welat tineye. Welatên cîhanê êdî diçin li ser marsê lêkolînan dikin, li Tirkiyeyê welatî ji ber birçîbûnê dawî li jiyana xwe tînin. Divê ti bendewariyê welatiyên Kurdistanê ji vê dewletê nebe û di her alî de ew bi xwe xwe rêxistin bike.”

‘BI MIROVAN RE PERE NEMAYE’

Welatiyê bi navê Abdurrahman Guleryuz (66) jî bal kişand ser pêvajoya pandemiyê û wiha têkildarî rewşa dijîn axivî: “Bi pêvajoya pandemiyê re û bilindbûna dowîzê re rewşa aboriya me hîn xirabtir bû. Ti kes bi rewşa me nizane, rewşa her kesê jî xirabe. Temenê min 66 saliye hîna jî ez teqawît nebûme. Heta vî temenî ez xebetîm. Niha zarokên min li min dinêrin. 

Berê mirovan bi 20 TL’an dikaribûn mesrefên mitbexa xwe temam bikin. Ji ber bêkariyê, berîkan mirovan valeye. Ligel mirovan pere tineye. Bêkarî pir zêde bûye. Êdî mirov nikarin biçin bazarê. Li welat aborî nemaye. Her roj rayedar derdikevin televîzyonê û dibêjin aborî başe. Em baş dibinin ku aborî di çi rewşî de ye. Li ser vê krîzê de jî fatureyên elektirîk û gaza xwezayî pir zêde te. Carna jî em nikarin van fatureyên xwe bidin.”

‘TI KES BI REWŞA XIZANAN NIZANE’

Welatiyê bi navê Ahmet Polat (50) jî anî ziman ku ew demek dirêje bêkare û wiha got: “Li vî welatî krîzê xwe li her tiştê daye û zem li ser zemê tê. Li gel her roj zem tê jî her kes bêkare û kar tineye em bikin. Dewlet her roj dibêje aboriya me baş e, raste rewşa wan xweşe û ew nakevin xema ti tiştê, lewma dibêjin aborî baş e. Ti kes bi rewşa xizanan nizane. Binêrin, hemû ciwanên zanîngeh qedandine di valehiyê dene. Ji ber bêkariyê û mirov nikarin nan bibin mala xwe dawî li jiyana xwe tînin.”